Dirûşma “jin, jiyan, azadî” çi peyvên lihevhatî û wate barkirî ne. Ma jin nebe, jiyan dibe? Jin dayîk, jin xwişk, jin keç, jin hevjîn, jin kenê jiyanê, ji berxwedana mirovbûnê, jin xemla hebûnê ye. Ma jiyana bê jin jî heye? Azadî jî bi hebûna jin û jiyanê ve girêdayî ye. Heke li welatekî azadiya jinê nebe, azadiya jiyanê, azadiya mirovahiyê û xwezayê jî nabe. 

Ji 365 rojan tenê rojekê ji bo jinê, ji bo jiyanê, ji bo azadiyê, ma ne neheqî ye? Çima ne 24 saet, çima ne her roj? Eger jin her roj, her saet xwediyê azadiyê, mafêxwebûnê, xwediyê kena azad, xwediyê biryara azad be, jiyan watedar dibe, azadî dixemile. Ev jî bi mejiyê bikane vê rastiyê têbigîhîje û li gor erkê vê rastiyê tevbigere pêkan e.

Jina kurd kedkar û avakarê ziman û çanda kurdî, nîşaneya zimanê kurdî ye. Ji ber ku di baweriyê kurdan ya kevn de cûdahî di navbera jin û mêr de nebû, civaka maderşahî demeke dirêj domandiye, zimanê kurdî jî karektera rastiya jin û jiyanê wergirtiye. Zimanê kurdî jî wek jin û jiyanê li benda azadiyê ye. Di zimanê kurdî de hemû tiştên zindî, hemû xweşikî, hemû mêwe û sewze, hemû tiştên ji ezman dibare di xweşikiya jinê de rengê jinê wergirtiye û tev de mê ne. Tenê hişkahî, pîjî, bêteşeyî nêr mane. 

Piştî bi carê ve bayê wehşeta mêrê çolistana ereban hat, bi baweriyeke hov, bi niyeteke gemar, bi bêbextiyeke dijxwezayî perdeyeke koraniyê kişand ber çavan. Jiyan ji bo jinê bû êş, bû koletî, bû wêranî, dest û ling hat girêdan. Dem hat, ew nûveyên dîrokî ji nû ve pelqijîn, bûn jiyan, bûn lehiya bi nû ve afirandina jina kurd ya azad û wek derketina rojê li cihanê veda.

Jina kurd îro serbilindî û rûmeta hemû jinên cihanê ne. Wê di serhildana li dij hovên cîhanê de ji nû ve jîn da jinê. Bi guliyên xwe yên weke avşaran, bi kenên xwe yên ji giyana berxwedanê hêvî da tevahiya cihanê. Di çirûskên dilpolatiya Arînan de parçe parçe kir perdeya reş a rûreşiya mirovahiyê.

Li qada Kurdistanê giyana kedkarên NewYorkê bi wêrekî û gernasiya jina kurd silav gihand Clara Zetkin. Giyana Leyla, Margreta, Bêrîtan, Zîlan, Sarayan di çeperên şer de li dij wehşeta hovên sedsala 6.7. rabûn dîlanê.

Dehaqên Enqerê bi cinawiriya navenda Asyayê û bi wehşeta dûpişkên çolistana Erebistanê qaşo bi ala xwedayan bedena jinê tazîkirin li kolanên Gimgim û Cizîrê, daku bikane bişkêna anora jinê, anora kurdistaniyan, bi giştî ya mirovahiyê. Li dij vê hovitiyê; rojê li Sîlopya bi navê Sêvê, Fatma û Pakîzeyê bû hêrs û gir bi nû ve veda.

Êdî bişkivîn kulîlkên jiyanê, reh û rîçal berdan kûrahiya axa Kurdistan. Wê azadiya jinê. Jin, Jiyan û azadî ya li Kurdistanê rengê jina cihanê biguherîne. Bi vê hêviyê; ev roja pîroz di kesayetiya jina kurd de li hemû jinên kedkar yên cihanê pîroz be.