Jinan dirûşmeyên "Kenê min, libazên min, ne dawatiye ne, li THY'ê bila tacîz û mobbinge bi dawî bib" û "Em ne zarokên xemlê kedkar in" berz kirin. Dîsa dowîzên "Radyasyon=pençeşêra rahim, pêsîrê, basinç=ducanî nebûn, rakirin. Li ser navê Platforma Yekîtiya Hêza Sendîkayî de Emel Turay, daxuyanî da û anî ziman ku keda wan tê xwarin û mafê wan tê binpêkirin. Turay, da zanîn ku kedkarên THY'ê 68 rojin li Balafirgeha Ataturk têdikoşin û mafê xwe yê girevê dixwazin.  Jinan, anîn ziman ku ji ber pişeyê wan tenduristiya wan xera dibe û her tim rastî tacîzê tên û bi heqekî erzan dixebitin. 

DÎHA/STENBOL