Koçerên ku di salên 90’î de gundên wan ji aliyên dewletê ve hatin şewitandin û rûxandin, li hin taxên Êlihê bi cih bûn û dema ji neçarî ji gundên xwe derkaetin wê jiyana xwe yî li gundan jî bi xwe re anîn bajaran. Koçerên li gundan sewlakarî dikirin, ji ber bi darê zorê ji warê xwe bûn ji dêvla adapteyî jiyana bajêr bibin, zîndekirina çanda xwe tercîh dikin. 
Jinên koçer ê jiyana wan li zozan û konan derbas dibe, bêyî tûr ê ku bivê nevêyeke ji çanda wan e û di dema kar de gelekî bi kêrî wan tê û heta zarokên xwe jî tê de xwedî dikin nikarin îdare bikin. Tûr ê ku di nav cihêzên her jineke ciwan de cih digire, bi reng û nexşên xwe hîn jî li navenda Êlihê ji aliyê koçeran ve li çarşî û bazaran di dema dan û stendinan de û karên din de tên bikaranîn. 



‘Bêrîvan pê diçûn bêriyê’

Fatma Yildiz (56) anî ziman ku, bi taybetî di demên ku wan sewalvanî dikir de tûr zaf bi kêrî wan dihat û wiha axivî: “Piştî em ji bêriyê vedigeriyan, me meterên şîr dixistin tûr. Dîsa ji bo zaorkên me necemidin û negirîn me betanî li dor wan dipêçe û ew dixistin tûr. Ez hîn jî neviyên xwe dixim hundurê tûr. Me xwarina şivanan dixistê û dibir. Dema em dihatin jî ji bo şewitandinê me êzin dixistin tûr. Tûr tiştekî pîroz e. Mezinên me çêkirine û bi kar anîne. Niha em bi kar tînin. Dê sibê jî zarokên me bi kar bînin. Ev çandeke koçeran e û em jî li gor vê çandê tevdigerin. Di nav cihêzên her jineke ciwan de cih digire. Di nav cihêzên jinan de du cure tûr hene. Yek ji bo kar û bar, yek jî ji bo zarokan e. Cihêzên berê wisa dihatin amadekirin. Wek niha mobîlye û taximên qoltixan tune bûn. Jina ku di nav cihêzên wê de du tûr hebûnan, ew jina herî bextewar bû. Ji bo koçeran, tişta herî bi qîmet e.” 


 ÊLIH