Di çanda berikan de tişta herî balkêş ew e ku jin neqşên herî bi wate li ser berikan xêz dikin. Ji wêneyên ajalan heta bi her parçeyekî xwezayê jin li ser berikan neqş dikin.

Jinên kurd, ji ber ku ji mêj ve êş, xem û kêfxweşiya xwe neqş kirine û herî zêde ev hunera xwe li ser berikan nîşan dane. Jinên ku li atolyeya berikan dixebitin çîrokên neqşên xwe yên li ser berikan vegotin û anîn ziman ku ew bi neqşên li ser berikan giyan, jiyan û xwezayê zindî dikin.

Ji serdemên berê yên dîroka Kurdîstanê heta bi roja me, jinan bi neqşên ku kirine jiyan, xweza gerdûn û her perçeyekî jiyanê bi wate kirine û ev çanda xwe hata roja îro anîne.  Jinên berik çêker, dibêjin,  îro çanda çêkirina berikan ji aliyekî ve ji bo wan bûye qada debarê. Jinan diyar kir ku ew li aliyekî jî rîsê pê berikan çêdikin bi rengên xwezayî bi reng dikin û van rengên ku didin rîsê xwe hemû ji xwezayê; ji giya, belgê dar û fêkiyan hildiberînin û ev boyaxa xwezayî hemû bi destê jinan tê hilberandin.

Jin berikan dihûnin 

Jinan got, ew di serî de rîsê xwe amade dikin û ev jî ji hiriyê tê hilberandin. Jinên hilberîner wiha bahsa vê pêvajoya kedê dikin: “Di serî de ev hirî tê şûştin û bi rêsandinê em rîsê xwe amade dikin. Em wî rîsî piştre jî bi kokên giha û kulîlkên ku em di sîtilan de dikelînin, direngînin. Piştî ku rengê tê xwestin derdikeve holê em rîsê xwe zûha dikin. Pişt re jî bi hûnandina jinan a kab bi kab dibe berik. Ji berê û heta niha jinên kurd bi çêkirina berikan çanda kurdewarî heta roja me ya îro anîne. Di çanda berikan de tişta herî balkêş jî ew e ku jin neqşên herî bi wate li ser berikan xêz dikin. Ji wêneyên ajalan bigirin heta bi her perçeyeke xwezayê jin li ser berikan neqş dikin. Li Atolyeya hunera destan û berikan a ku girêdayî şaredariya bajarê mezin a Wanê ye 40 jin tê de dixebitin û bi berhemên cûr bi cûr çanda kurdewar mayînde dikin.

Mêr ji hunerê me aciz bûn

Ji jinan Hayriye Ahî got, li ser berikan neqşên ku  tên çêkirin xwedî wate ne: “Ji bo parastina çanda berikan divê jin di nav hewledanan de bin û wiha axivî; “Jinên kurd ji berê de afiriner bûne û di tunebûnê de her tim alternatîf û afirineriya xwe nîşanî civakê dane. Berê em jin li qada gund kom dibûn û me neqşên herî xweşik li ser berikên xwe çêdikirin. Li gundan jinan her kar dikir û barê herî giran li ser milê wan bû. Lê me hem berik çêdikirin û hem jî em diçûn zomê. Mêr ji çêkirina me ya berikan gelek aciz bûn. Gava ku em ji bêrîvaniyê re dereng diman, dihatin bi kêrê ew berikên ku me çêdikirin li erdê kaş dikirin û li ber çavên me parçe dikirin. Em jin bi binpêkirina keda me ceza dikirin. Lê me dîsa jî dev ji çêkirina berikan berneda û em heta îro ji çêdikîn. Ez niha berika bi navê Gulçîn çêdikim. Ev neqş ji berê ve ji aliyê jinan ve tê çêkirin. Gulçîn tê wateya berhevkirina gulan. Jinan ji vê berhemê sûd girtiye û heta roja me ya îro anîne. Divê em  xwedî li vê rêûresmê derkevîn. Xwedî derketina vê çandê bi hewldana jinan pêkan e.”

Neqişandina êş, xem û şadiyê

Bahar Çîçek (50) a ku ji zarokatiya xwe heta niha berikan çêdike bi lêv kir ku berê çêkirina berikan zehmetir bû lê xweştir bû û got, divê nifşê nû xwe hînî vê çandê bike û wiha got: “Ez ji zarokatiya xwe heta niha berikan çêdikim. Me di wan salan de di nav şert û mercên herî giran de berik çêdikirin. Li gundan zehmetî pir hebû lê herkes dilsoz bû û kêfxweş hebû. Ez heta niha jî vê rêûresmê didomînim. Hem pez xwedî dikim, hem jî berikan çêdikim. Ji bo ku ev kevneşopiya dayikên me wenda nebe ez çêdikim. Nifşê nû eleqeyê nade çanda dîrokî û zêde xemsar in. Jinan êşên xwe, kêfxweşiyên xwe û xemên xwe li ser berikan neqş kirine. Jinan li ser berikan giyan dane xwezayê û jiyanê. Ez niha berika Lûleper çêdikim. Lûleper çivîkek e. Ev neqş xweşikbûna xwezayê tîne ber çavên mirov. Çêkirina vê neqşê pir zehmet e, û herkes nikare çêke. Çêkirina wê mehekê dewam dike. Lê ez di 20 rojan de xelas dikim. Parastina çandê serfirazî ye divê em vê çandê biparêzin.”

Divê xwedî li vê çandê derkevin 

Leyla Oran jî da zanîn ku jiyana gundan pir bi wate bû û got, li gundan rêzkarî hebû û wiha dom kir; “Li gundan em her serê sibehê zû radibûn û diçûn bêriyê. Pişt re em êvaran dihatin malê me bi wê westanê berik çêdikirin. Jinên gundan pir hêja bûn. Her kar û her xebat dikirin. Piştî ku em ji gundan derketin me zehmetiyên mezin kişandin lê me dîsa dev ji çanda xwe berneda. Berê jinên ku berik çêdikirin navê jinên ku di çêkirina berikan de herî zêde zîrek bûn li berikên xwe dikirin. Yek ji van berikan Gulsarya ye. Ez niha Gulsaryayê çêdikim. Gulsarya di çêkirina berikand de jinek pir hêja bûye û ji ber wê ji aliyê jinan ve navê wê li vê neqşê hatiye kirin. Divê her jinek bibe Gulsarya. Çanda çêkirina berikan hilbirîn û jinûveavakirin e.  Divê jin li her derê xwedî li vê çandê derkevin.”

Ked û huner jê re divê

Sidika Yobas (65) ya ku berika Gulhezar çêdike û dibêje, ew ji çêkirina berikan pir hez dike û wiha got; “Çêkirina berikan hem kedê dixwaze, hem jî hunerê dixwaze. Divê  destpêkê tu berikan nas bikî û ji çêkirina wan hez bikî, piştre dest pê bikî. Em li vir 40 jin in, em hemû bi hezkirineke mezin berikan çêdikin. Em hezkirina xwe bi xweşik çêkirina berikê nîşan didin. Ev çêkirin divê ji dil be. Fikr û ramanên xwe li ser berikê neqş dikim û zindî dihêlim. Ez niha neqşa Gulhezar çêdikim. Ev jî navê jinekê ye. Di nav vê neqşê de her ajalek û her cûreyek gulan heye ji ber wê ji vê neqşê re gotine gulhezar. Çêkirina berikan hilberîna hunerê ye.”

 Divê em vê çandê bidomînin

Mamosteya çêkirina berikan Fatma Bellî qala atolyeyê kir û got, armanca wan hem zindîkirina çanda jinan e, û hem jî ji bo jinan avakirina qadên debarê ye: “Ez ji 15 saliya xwe heta niha di atolyeya berikan de dixebitim. Em li vê atolyeyê 40 jin in. Ji berê ve jinan ve hatiye parastin û heta roja me ya îro hatiye. Jinan bi çêkirina berikan hem debara xwe kirine û hem jî ev çand hiştine. Heta niha jî li her malê dezgehên jinan yên berikan hene û berikan çêdikin. Armanca me ew e ku em nehêlin ev çanda jinan wenda bibe. Niha em li vir bi neqşên cûr bi cûr vê rêûresmê didomînin. Em bi taybetî berikên herêma Colemêrg û Wanê çêdikin. Em neqşên wan naguherînîn, tenê rengên wan diguherînîn. Ji boyaxa wan û heta çêkirina wan her tiştekî wan xwezayî ye. Di atolyeyê de herî zêde neqşên gulhezar, lûleper, gulgever, gulhenîfe û gulsarya tên çêkirin. Jin pirr dixebitin lê mixabin elaqeya berê ji berikan re nîne. Em dixwazin gelê me xwedî li vê çandê derkeve. Evv çandeke pîroz e, heger heta îro hatibe ev hêza wê nîşanî me dide. Ez bang bi taybetî  li jinên ciwan dikim û dibêjim, werin em bi hev re li çanda xwe xwedî derkevin.”