
MURAT MANG/BIELEFELD
Hozan Xemdar CD´ya xwe ya 6´an amade kiriye û 16´ê Îlonê wê CD´ya wî li festîvala Navneteweyî ya Kur de ji aliyê Mîr muzîkê ve li Ewrûpa li ser dezgehên plak, kasêt, Cd û albumfiroşan cihê xwe bigire. Hozan Xemdar tevî Harîman 11 stranan dibêje û navê Jinên Kurdan li vê albûma xwe kiriye.
Amadekarî û aranjeya albûmê bi destê Kom Muzîk û Mîr Muzîkê çêbûye. Hozan Xemdar serpêhatiya pêkhatin û navlêkirina vê CD´ya xwe wiha rave dike: “Kesekî Ewrûpî ji min re got; divê gelê Kurd bi jinên Kurd gelekî serbilind be. Li ser gotinên kesekî biyanî, ez fikirîm. Min ji xwe re got, naxwe me wek Kurd bi qasî biyaniyan tevger, berxwedan û afrîneriye jina Kurd nas nekiriye. Ji ber vê, min ev CD derxist. Ez CD´ya xwe dîyarî Tevgera Jinên Azad dikim û min navê Jinên Kûrdan CD´yê kir.”
Hem bi klasîkan û hem jî awaz û gotinên xwe
Hozan Xemdar di CD´ya xwe ya nû de 11 stran gotine. Ji wan stranan yek jê bi gotin û awaz a Eyaz Yûsif ê bi navê hûnerî Eyaz Zaxoyê ye. Ev stran jî ya bi navê Newroz Hat e. Strana Leşker Cizîrî ya bi navê Çûm Ruhayê jî di albûmê de cihê xwe digire. Strana klasîk ya bi navê Sorgûlê jî bi dengê Harîmanê di CD´yê de weke yekê ji klasikên Şengalê cihê xwe girtiye. Gotinên du stranên din jî yên Xebat Şakir in. Stranên mayî hem bi gotinên xwe û hem jî bi awazên xwe yên Hozan Xemdar in.
CD´ya wan e
Hozan Xemdar dema em dibêjin CD´ya te, bi bîra me dixe ku CD ne ya wî bi tenê ye: “Tevî min Harîman jî çend stran gotine. Em klîban ji bo 3 stranan amade dikin, ji wan 2 klîp ji bo dayikên şehîdan min amade kirine.”
Hozan Xemdar muzîk bi newa, rîtm, helbest û ahengê sînordar nabîne, li gorî wî divê mirov civakê, hestên civakê jî di navê de binirxîne, dema ku behsa bipêşveçûna muzîkê yan jî çandê bike: “Ez hêvîdar im ku ev xebat bibe dilopek di nava wê bersivê de ku ji bo qahramaniyên jinên Kurd e. Îro roj, roja muzîka Kurdî ye. Muzîka Kurdî gihiştiye asteke ku êdî divê li meydan û mekanên navneteweyî de em rê li ber wê vekin. Hêdî hedî, muzîka Kurdî ji bin bandora dagirkeran tê azadkirin. Wek Plattforma Hunermendên Êzîdî jî xebatên me yên nû hene. Bi alîkarîya Tev-Çandê di paşerojê de berhemeke platformê wê bê derxistin ku cewherê muzika Kurdî neyê rizandin. Da ku muzikên nû bên afirandin.”
Guhdarên Hozan Xemdar wê karibin roja 16´ê Îlonê, li Festîvala Çand û Hunerî ya li bajarê Elmanyayê Kolnê, li ser dezgeha Mîr Muzîkê CD´ya peyda bikin.
Hunerê Hozan Xemdar
Xemdar sala 1972´yan li Midyadê ji dayik bûye. Sala 1988´an piştî ku li Elmanyayê bi cih dibe bi salekê di nava xebatên Koma Berxwedan de cihê xwe digire. Heta sala1990´î di nav Hûner-Kom û Koma Berxwedanê xebatên xwe dewam dike. Sala 199´an li Akademiya Kurdî karê xwe dimeşîne. Paşê li herêma Munster, Bielefeld û gelek herêmên cuda xebatên koma yên hûnerî dimeşîne. Hozan Xemdar 2008´an di avakirina Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî (PHKÊ) de û di rêveberiya Tev-Çandê de jî cihê xwe digire. Sala 2014´an di rêveberiya Çira TV de cih girtiye. Hozan Xemdar halê hazir çalak e di nava karê PHKÊ, Tevçand û Komîteya Weşanê ya Çira TV de.