Li salona Huner a bajarê Silêmaniyê pêr şanoya ‘Destana Jinên Çavlirê’ hat pêşkêşkirin. Yek ji taybetiyên şanoyê ev bû ku jinên çar parçeyên Kurdistanê tê de dilîstin. Şanoya ku derhênêrê vê Îshan Osman ê ji Duhokî bû ji alî Desteya Rewşenbîrî ya bajarê Silêmanî ve hat organîzekirin. 


Li Duhokê dest pê kir

Der barê şanoya ‘Destana Jinên Çavlirê’ de lîstikvana ji Bakurê Kurdistanê Rûgeş Kirêçî axivî û got ku ev xebata hanê li Duhokê dest pê kir û ev û hevala xwe Berfîn Emekdar ji Bakurê Kurdistanê tevlî bûne û wiha avixî:”Nêzî 40 rojan em li Duhokê man û me provaya şanoyê kir. Mijara şanoyê êşa jinan bû, birîna me hêj taze ye. Mijar di serî de jinên Êzîdî bû. Ji çar parçeyan jin li ser sehnê hebûn. Me ev şano carekî li Amedê û carekî jî li Elmanya lîst. Cara yekê em li Silêmaniyê şanoya xwe nîşan didin.”


‘Ji bo me ezmûnek girîng bû’

Rûgeş Kirêçî diyar kir ku şano elaqeyek mezin ji xelkê Başûr dîtiye û wiha peyivî: “Ev ne tenê êşa jinan, êşa hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ji bo wê jî pir bi bandor bû û herî zêde jî bandora wê li ser me bixwe heye. Ji ber ku em wek jin jî xwe di nava vê êşê de dibînin. Ev ji bo me ezmûnek girîng bû, me wek jinên hunermend ên ji çar parçeyan ev derfet dît ku em hevdu nas bikin. Em ê xebatên xwe berdewam bikin.”

 

Heta niha jî komkujî li Kurdistanê berdewam e

Her wiha lîstikvanek din a ji Dihokê Keval Sedqî jî der barê lîstikê de fikrên xwe wiha anîn ziman: “Me xwest hovîtiya ku bi serê gelê Kurd hatiye, bi taybet êrîş, komkujî û Enfal nîşan bidin. Temaşegeran pir ji şanoyê hez kirin. Me xwest hemû parçe xwe tê de binîne. Ji ber ku heta niha jî komkujî li Kurdistanê berdewam e. Em dixwazin vê dîrokê bi her kesî bidin nasandin ku gelê Kurd di ti şert û mercan de xwe radestî dijminê xwe nake.”

Di nava şanoyê de koma jinên ji Rojhilat, Koma Rejne jî bi mûzîka resen a Rojhilatê Kurdistanê reng dan şanoyê. Hunermend Şermîn Zerenşak, Şadî Xulamî û Mona Molayî ji bajarê Sine beşdar bûn. 


ROJNEWS / SILÊMANÎ