
Li Atolyeya Dengê Meyman ciwan ji bo paşerojê bibin dengbêj, perwerde dibin û jinên ciwan ên ku perwerde dibin, dixwazin li ser şopa Meryem Xan û Eyşe Şan siberojê dengbêjiyê bikin.
Di çand û hunerê Kurda de dengbêjî hunerê herî kevnar e û bi salan e gelê Kurd bi kilaman dilşewatiya xwe bi dengbêjiyê aniye ziman. Li Herema Serhedê bêgûman di her malekê de dengbêjek heye. Li Wanê di Atolyeya Dengê Meyman de komek ciwan perwerde dibin ji bo ku bibin dengbêj. Bi taybetî ciwanên jin elaqeyeke mezin nîşanî dengbêjiyê didin. Di kursa dengbêjiyê de 17 jinên ciwan cih digirin û ji bo bibin dengbêj, perwerde dibin. Ciwan diyar kirin ku dengbêjî çandeke pîroz e û îşaret kirin bi pêwîstiya xwedîderketina li nirxên xwe ya hemû ciwanan.
‘Dengbêjî çavkaniya me ya jiyanê ye’
Ciwana bi navê Dîlan Yakut a 16 salî, diyar kir ku kêfa wê pirr ji dengbêjiyê re tê û anî ziman ku ew dixwaze siberojê bibe dengbêjeke mîna Meryem Xan û got: “Ev 5 sal in ku ez li vir perwerde dibim ji bo bibim dengbêj. Dengbêjî hunerek ji rêzê nîne divê mirov bi her awayî zanibe dengê xwe bi kar bîne. Hîn dema ku ez biçûk bûm, dengbêjiyê bala min dikişand. Li cem me her tim dapîr û dayikên me bi stranên xwe û dengbêjiyê çanda Kurd parastine. Em bi stran û lorîkên dayikên xwe mezin bûne. Dengbêjî hunereke pîroz e. Ez dikarim bibêjim ku dengbêjî çavkaniya me ya jiyanê ye. Heger dengbêjî nebûna bi ti awayî ew efsûna, çîrok, komkujiyên ku li ser gelê Kurd pêk dihatin nedihatin heta roja îro. Ez dixwazim, siberojê bibim dengbêjeke mîna Meryem Xan û bi stranên xwe bêm nasîn.”
‘Em dikarin hemû qadên jiyanê veguherînin meydana hunerê’
Ciwana bi navê Fadîle Yakut a 15 salî jî anî ziman ku wê bi dengbêjiyê çand û hûnera Kurd nas kiriye, îşaret pê kir ku divê her ciwaneke/î Kurd xwedî li çanda dengbêjiyê derkeve û wiha pê de çû: “Ev 5 sal in ku ji bo ku denbgbêjiyê bikim, perwerde dibim, têm hînî dengbêjiyê dibim. Mirov dikare bi dengbêjiyê her çîrokê vebêje. Ez ji dengbêjiyê pirr hez dikim. Ez hemû komkujiyên li ser Kurdan û neheqiyên li dijî wan hatine kirin, ji dengbêjan hîn bûme. Dengbêjî zanista dîrokê ye. Mîna bûyer nû qewimiye, dîrokê li ber çavan radixe. Kêfa min pirr ji gotina stranan re tê. Ji ber vê, ez dixwazim, siberojê bibim dengbêj. Ez dixwazim her ciwan dengbêjiyê bike. Dengbêjî ne tenê hunerê pîr û kalên me ye. Çanda dengbêjiyê mirasa dapîr û dayikên me ye. Ji ber vê yekê pêwîst e her ciwan xwedî li çand û hunerê xwe derkeve. Ger em bixwazin em dikarin her warê jiyanê veguherînin meydana huınerê.”
‘Li hemberî dengbêjiyê elaqeyeke mezin heye’
Dîlara Astar a 15 salî da zanîn ku bipêşketina çand û hunerê Kurd bi dengbêjiyê mimkûne û got “Ez ji vê xebata xwe gelek kêfxweşim. Min xwest di temenê biçûk de hînî dengbêjiyê bibim. Em li vir 17 jinên ciwan perwerdeya dengbêjiyê dibînîn. Li hemberî dengbêjiyê eleqeyeke mezin heye. Em hemû jî jin in. Jiyana me li vir bi stranbêjiyê derbas dibe. Ez wiha difikirim ku di demên pêşiya me de hejmara me dê zêdetir bibe. Jiyan bi hunerê xweş e.“
‘Ji dengbêjiyê re kedeke mezin divê’
Selma Cîntan jî derbarê dengbêjiyê de got, ew dixwaze bi taybetî ji herema Wanê ciwanên dengbêj derkevin û wiha pêde çû: “Zarokatiya me bi guhdarîkirina kilamên dayik û dapîrên me derbas bû. Hunerê dengbêjiyê pirr kevnar e. Divê ti caran winda nebe. Ji ber ku di hunerê Kurd de dengbêjî xala sereke ye. Wexta me li vir pirr xweş derbas dibe. Heta êvarê em li vir perwerde dibin. Ji dengbêjiyê re kedeke mezin divê.”
ZEYNEP TURGUT/ ŞÛJIN / WAN