
Erdogan, diyar kir ku ew ê heya tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dê çalakiya xwe berdewam bikin. û wiha got: „Ev hefteya 5’emîn e ku hevdîtinên bi Rêberê me Abdullah Ocalan ya bi parêzerên wî re tên asteng kirin. Wekî hencet jî rewşa hewayê, avê, keştiyê nîşan didin. Ev yek jî ji bo me ne hencetin û nabin hencet jî. Heke bixwaze li gorî me tu astengî nînin û nabin jî. Dewlet bixwe astenge. Em derbarê jiyana Rêberê xwe bi fikarin. Ev mehekiye em ji Rêberê xwe agahî nagirin. Ji Rêberê xwe agahî negirtin ji bo me bibe hencetên gelek tiştan. Em jînên Kurd; netewa ku bedena xwe kiriye agir di heman demê de bedena xwe kirine perçeyek rojê ne. Em jînên Kurd û netewa Kurd netewek wisane ku, her şaneya laşê xwe ji bo ku bersiva dijminên xwe bidin kiriye qurban. Wekî gelê Kurd me her demê jî bersiva dijminê xwe daye. Em ev tecrîta ku li ser Rêberê me de tê meşandin û di şexsê Rêberê me de li ser me tê meşandin dikin henceta her şêweyê çalekî pêşxistinê jî. Divê tavîlê ev astengiyên dijminane bên bi dawî kirin û hevdîtînên Rêberê me ên bi parêzvanê xwe re bên çêkirin.“
‘Ji bo azadiya Ocalan’
Erdogan, da zanîn ku ewê wekî gel û jinên Wargeha Penaberên Mexmûrê ji bo ewlehî, tendirustî û serbest siyasetkirina Rêberê xwe her tim li ser piya bin wiha pêde çû: „Ji bo ku tecrîta li ser Rêberê me bê rakirin û hevdîtinên Rêberê me yên bi parêzerên xwe re bi pergal bên çêkirin bi pêşengiya jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalekiya birçîbûnê didin dest pê kirin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd li her devera ku lê dijî çalekiyên xwe hîn bi xurtir bidin meşandin, em bi çalekiyên xwe dengê xwe bilin bikin û azadiya Rêberê xwe bi dest bixin. Em dibêjin bêyî Rêber Apo qet jiyan nabe. Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd, azadiya gelên Rojhilata Navîn, gelên bindest û jinan e.“
MEXMÛR - DÎHA