Li Reqayê yekemîn navenda Hêzên Parastina Civak di 1`ê Çileya 2017`an de hate vekirin. Endamên jin ên HPC`ê jî li bendên kontrolê û lêgerînên erebeyan, li deriyên têketin û derketina bajêr dixebitin. Ji bo parastina ewlehiya bajêr endamên jin ên HPC`ê li gelek noqteyan belav bûne û di nav bajêr de dewriyan dimeşînin.
Endama Hêzên Parastina Civakî Firyal El-Ehmed ku ev bûn 9 meh in tev li nava hêzên parastinê bûye, da zanîn ku di nav şoreşa jinan a Bakurê Sûriyeyê de, jinan gelek destkeftî û azadiya xwe bi dest xistin, her wiha di dayîna biryaran de bi awayekî aktîf cih girt.
ANHA/REQA