Jinan, tevî hewa sar jî li navenda bajêr kon vedan û li binê kon çalakiya xwe didomînin. Jinan helwesta hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê, ku bi tenê li komkujiyên li Kurdan tên kirin temaşe dikin, şermezar kirin.

Greva birçîbûnê ya li ser banga Komîsyona Jinê ya PYD’ê destpê kir, wê roja Şemiyê bi xwepêşandaneke girseyî bi dawî bibe. 

Baskê Partiya Çep a Swêdê Çep a Ciwan, Partiya Sosyalîst, Sosyalîstên Partiya Edaletê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê, Meclîsa Jinên Kurd a Amara û rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên Îranî, Tirkiyeyî û Belûcî jî di nav de 16 partî, rêxistin û komeleyan, ji bo hikûmeta Swêdê desteka aboriyê nede hikûmeta Tirk û çekan nefiroşe Tirkiyeyê, li Stockholmê çalakiyek lidar xistin.

Rêxistinan dan zanîn ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê li Bakurê Kurdistanê dike, wan “Komîteya li dijî qirkirina li Tirkiyeyê” ava kirine û bi daxuyaniyeke hevpar xwestin ku êrîşên li hemberî gelê Kurd tavilê bi dawî bibin û komkujî bên sekinandin. 


STOCKHOLM