Jinên endamên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), bi tevlîbûna 72 delegeyên ji rêxistinên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, bi durişmeya “Jina azad misogeriya Sûriyeke demokratîk e” li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, Konferansa Jinên Sûriyeyê ya ji bo Aştî û Demokrasiyê ya yekemîn lidar xistin. Di konferansê de biryara avakirina Desteya Jinên Sûriyeya Azad hate girtin û ji bo Sûriyeyeke pirreng û demokratîk bang li hemû jinên

Sûriyeyê hate kirin ku li hev bicivin û bibin yek.

Di konferansê de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif axivî û bi sê zimanan xêrhatina jinan kir.
Yûsif diyar kir ku di konferansê de jinên ku di nava partiyên siyasî, rêxistinên civakî û sazî û rêxistinên civaka sivîl de cîhe xwe digirin amade ne û wiha got: " Di destpêkê de em hemû şehîdên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji bo azadiya gelan canê xwe feda kirin, bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Her wiha em berxwedan û têkoşîna hêzên Sûriya demokartîk û tevahiya hêzên di bin bin sîwana QSD’ê  de şer dikin, silav dikin.”

‘Jinan her dem ji bo civakeke bi rêxistinkirî xebîtî’

Hediya Yûsif diyar kir ku jin ji destpêka dîrokê ve û heta niha, ji bo avakirina civakeke bi rêxistinkirî, dixebitin û axaftinên xwe wiha domand: “Jin her dem bingeha hemû pêşketinên di dîrokê de bûn. Jinê pêşengiya civakan û temsîla adaletê kir. Bi vê yekê bû, dayik, hevjîn, xwîşk, dadger, fermandar, rêveber û xwediya biryarê. Di dema ku jinê rêvebera civakê bû, civak di asteke mirovî ya herî bilind de bû.  Di nava hemû gelan têkiliyên mirovî  yên xurt hebûn.”

Jinên têkoşer bi bîr anî
Yûsif diyar kir ku piştî ku desthilatdarî di nava civakan de derket, di nava mirovan de,  pevçûnên li ser   desthilatdariyê destpê kirin û wiha pê de çû: “Rola rêveber a jinê jê hat stendin û ew rêveberî veguherî desthilatdarî  û ket destê zilam. Ji wê demê û heta niha tundî li dijî civakan tê bikaranîn. Bê adaletî heye. Civak di gelek rewşên şer û wêraniyê re derbas bûn.”
Hediya Yûsif bi bîr xist ku ya ku herî zêde, ji vê rewşê zerar dît jî dîsa jin bûn û wiha got: “Em îro hemû jinên Kurd, Ereb, Asûrî, Sûryanî û hemû jinên ku di dîrokê de ji bo vegerandina rola bingehîn a jinê, têkoşîn kirine û jinên YPJ’ê yên ku dîrok bi xwîna xwe nivîsandin bi bîr tînin.”
Yûsif di berdewama axaftinên xwe de bal kişand ser rola jinan a di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de û wiha axivî: “Li ser bingeha girîngiya rola jinê di civakê û birêvebirina wê de jinan li hemû herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe birêxistin kirin û xebatên pêşxistina ramyarî û bîrdozî destpê kirin da ku beşdarî hemû çalakî û xebatên ji bo welat bibin.”

‘Jin dikare civakeke azad û demokratîk ava bike’
Her wiha Hediya Yûsif derbirî ku jin di nava Rêveberiya Xweser de ji sedî 40 cîhê xwe digre û wiha berdewam kir: “Di sîstema hevserokatiya hemû saziyên Rêveberiya Xweser de jî cih digre. Ev asta bilind dikeve xizmeta jina Sûriye û tevahiya civakê. Jinê îsbat kir ku ew dikare çareseriya aştiyane ya ji bo aloziya Sûriyeyê birêve bibe û rola erênî ya ji bo xizmetkirina civakê bilîze da ku civakeke azad û demokratîk ava bike.”

‘Werin tevlî encamên konferansê bibin

Hediye Yûsif axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê ez bang li hemû jinên di nava Însiyatîfa Jinên Sûriyeyê de cih digrin dikim ku werim û tevlî encamên konferansa me bibin. Dîsa li bendê ne ku di bin sîwaneyeke rêxistinî de em vîna jinan bikin yek. Bijî yekîtî û hevgirtina jinên Sûriyeyê ya ji bo pêşerojeke azad û demokratîk."

Peyam hatin xwendin

Piştî axaftina  Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif,  peyamên pîrozkirina konferansê ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin, Meclîsa Rêveberiya Herêmên El-Şehbaa, Rêxistina Jinan a Yekîtiya Niştîmanî ya Azad û Yekîtiya Jinên Komînîst ên Sûryanî hatin xwendin.

Di konferansê de Desteya Jinên Sûriyeya Azad ku ji 11 kesan pêk te, hate avakirin. Dema me nûçe amade dikir, konferans hê berdewam dikir.

ANHA/DÊRIK