Helbestvan û dengbêjê Radyoya Êrîvanê, Mecîdê Silêman doh piştî nexweşiyeke dirêj, di 81 saliya xwe de wefat kir. Mecîdê Silêman ku beriya wefata xwe li paytexta Qazaxistanê Alma Atayê dijî. Jiyana wî li gel dengbêjiya wî her bi koçberiyê re derbas bûye. Kilama wî “Welatê me Kurdistan e” ewqas berbelav e ku hîn li ser zimanê Kurdan e. Par rojnameya me, xwest pê re hevpeyvînekê bike, lê ji ber nexweşiya wî, kurê wî Semedînê Mecîdê Silêman hem li ser bavê xwe agahî dan me û hem jî li ser navê malbatê bi me re peyivî. Bi alîkariya nûçeya me ya hingê em Dengbêj Mecîdê Silêman, malbata wî û berhemên wî nas bikin.
Mecîdê Silêman xwediyê wê kilama “Welatê me Kurdistan e” ye. Ew yek ji dengbêjên Radyoya Êrîvanê ye û heta ku doh wefat kir jî demên xwe yên dawî li bajarê Alma Atayê derbas kir. Malbata Mecîdê Silêman yek ji wan malbatan bû ku bi destpêka Şerê Cihanê yê Yekemîn re neçar man ku cih û warên xwe yên bav û kalan ji ber zilma Roma Reş terikandin.
Kurê pakrewanekîxdoza Qazî Mihemed
Mecîdê Silêman kurê Mihemedê Siloyê Miho yê ji eşîra Biruka ye û li Wanê bi cih bûn. Mihemedê Siloyê Miho, di çaxê koçê de diçe li Naxçivana Ermenistanê li keleka çemê Erez bi cih dibe. Bi xwe dengbêj e û her tim ji Naxçivanê diçe hem Başûrê Kurdistanê hem jî Rojhilatê Kurdistanê û vedigerê cem kufletê xwe. Li van deran tevlî berxwedanên Kurdan dibe û ku di çeperên şer de bi navê Îsa Begê Rewanî tê bi nav kirin. Siloyê Miho herî dawî sala 1946’an dîsa berê xwe dide Rohilatê Kurdistanê, vê carê ji bo tevlî nav refên Qazî Mihemed bibe. Ev çûyîna wî ya dawî dibe û careke din venagerê cem malbata xwe. Neviyê wî kurê Mêcîdê Silêman, Semedîn dibêje, li gorî wan pirsiye kalikê wî li Rojhilat di çeperê şer de şehîd bûye.
Xwendeyê li ber pez
Em ji Semedînê Mecîdê Silêman fêr dibin ku dema kalikê wî şehîd dibe, bavê wî hê şeş, heft salî bûye: “Birayekî bavê min heye û ew her du bi hev re li cem dapîra xwe di nav xizaniyê de mezin dibin. Bavê min di zarokatiya xwe de şivantî kiriye û di ber re jî çûye dibistanê. Wî ji min re digot, dema ez diçûm ber pez min bi xwe re pirtûk dibirin û her min ew dixwendin. Wî çaxî hal û hewalê ne tenê Kurdan yên Ermeniyan bi xwe jî gelek xirab bû. Ji ber ku rayedarên Sovyeta Sosyalîst ji Kurdan û Ermeniyan gelek mêr dibirin şerên xwe û pirraniya wan venedigeriyan. Lewra gelek kes wek bavê min êtîm bûn û xwendin pirr zehmet bû.”
Kilambêjê helbestên xwe bû
Semedînê Mecîdê Silêman diyar dike ku kalikê wî bi xwe jî dengbêj bû û bi saya wî bavê wî jî hîn di zarokatiya xwe de bi dengbêjiyê re dilebike û wiha pê diçe: “Wexta sala 1955’an Radyoya Êrîvanê vebû, bavê min jî wek gelek Kurdên Qafqasyayê li gel xwişka min Sîsa Mecîd ji bo tevlî xebatên Rodyoyê bibin, çûn Êrîvanê. Li wir bavê min bi pirranî kilamên ku wî bi xwe dinivîsandin, digotin. Bi qasî 90-100 kilamên wî di arşîvên radyoyê de hene û gihaştina heta roja me ya îro. Li cem wî xwişka min jî kilam digotin. Bi kasî 40-50 kilamên xwîşka min, Sîsa Mecîd jî gihaştina îro.”
‘Em herin Kurdistana Sor’
Malbata Mecîdê Silêman li Bajarê Naxçivana heta sala 1988’an dijî. Lê piştî ku şerê navbera Ermen û Azeriyan, derdikeve, neçar dimîne rawestgeha lê stirîn careke din biterîkinin. Kurê wî Semedîn wiha qala wan çaxan dike: “1988’an şerê Azerî û Ermeniyan dest pê kir. Wî çaxî ez 13 salî bûm. Ermeniyan bera me dida. Digotin, di çaxê qirrkirinê de Kurdan jî em qirr kirin. Ji ber vê, dixwestin Kurd herin. Jixwe, hemû Kurdên li cem hev digotin: “Em herin Kurdistana Sor.” Wî çaxî her miletek vedigera welatê xwe. Lê herkes ditirsiya, xelkê digot, em herin em ê têkevin nava şerê Ermenî û Azeriyan û wê me qirr bikin. Kesî jî alîkariya Kurdan nedikir ku rêyek ji bo wan vebe. Ji ber vê jî herkes bela bû û bi deverekê ve çû.”
Ax bê nasnametî
Malbata Mecîdê Silêman pêşî berê xwe dide Soçiya Rûsyayê. Semedîn serpêhatiya malbata xwe ya wan, çaxan wiha raberî me dike: ”Me mal û milkê xwe li pey xwe hişt û me berê xwe da Krasnodarê ku ewder nêzî Soçiya Rûsyayê bû. Di rê de dîsa me gelek êş kişand. Em hatin wir ji ber ku apê min li wir bû. Lê sed heyf li wir xwişkeke min çû rehmetê. Bi vê yekê me xwe kar kir ku em xwişka min bispêrin axa sar. Lê rayedarên Rûs ji me re got, ji ber ku hun bê nasname ne, mafê we nîne hun li vir kesekî defin bikin. Li ber vê yekê jî bavê min got, cihê ku ez nikaribim keça xwe lê defin bikim, ez lê namînim. Ser bi vê yekê me ji wir bar kir û me berê xwe da Qazaxistanê. Dema ku em hatin Qazaxistanê, jixwe hin Kurd li vir hebûn. Ew jî Kurdên sala 1944’an bi fermana Stalîn hatibûn surgûnkirin bûn ku li bajarê Alma Ata bi cih bûbûn.”
Qazaxistanê Kurd û malbata Mecîdê SilêmanHerçî jiyana li welatê Qazaxistanê ye, diyar e ku li gorî qonaxên beriya niha yên jiyan û koçberiya malbata Mecîdê Silêman nearam û nexweş nîne. Li wir jî malbata Mecîdê Silêman debara xwe bi xwedîkirina sewelan dike û di destpêkê de pirr zehmetiyê dibîne. Semedîn dibêje, hêdî hêdî rewşa wan baş dibe û wiha qala jiyana Kurdan li Qazaxistanê dike: “Li vir gelek gelên cihê hene. Miletê vir li hember Kurdan xweyî hurmet in. Miletê me di nav her karî de cih digire. Ez bi xwe di fabrîkayeke şûşeyan de dixebitim. Zarokên me giş bi Kurdî dizanin, civaka me bi Kurdî bi hev re diaxive. Di nasname û pasaportên me de neteweya me Kurd tê nivîsîn. Li Alma Atayê berî bi deh salan di dibistanan de dersên Kurdî hebûn, lê rakirin (Sala 2009’an bi hewldanên dewleta Tirk ev ders hatibûn rakirin). Em li vir kovara Nûbar derdixin. Li ser Kurdan e, bûyerên li çar parçeyên Kurdistanê tê de cih digirin. Ev kovar bi tîpên Latînî der tê. Wekî din rojnameya ya me bi navê Jiyan Kurd hebû lê hevalê me yê ku rojaname derdixist, rehmet kir, ji ber vê yekê weşana wê sekiniye niha, lê wê dîsa derkeve.”
Welatê me Kurdistan e
Mecîdê Silêman li gel dengbêjiya xwe gelek kilam jî nivîsandine. Kilamên wî li seranserî Kurdistanê tên nasîn ku yên herî bi nav û deng Welatê me Kurdistan e û Werne Dawetê ne.
Welatê me Kurdistan e
Cîh û meskenê me Kurdan e
Welat ji mere ruh û can e
Millet hemî bira ne
Cîh û meskenê me Kurdan e
Temam baxe û bistane
Welat gul e gulistan e
Millet hemû birane
Werne Dawet
Lawno werne dawetê
Kurno werne dawetê
Daweta kurê Metê
Bîrnakim heta hette
Defçîyo li defê xe
Zurneçîyo de lêxe
Xismê me yê teze ne
Yek Mele ye yek Şêx e
Lawno werne ....
Ev jî çend rist ji kilama Mecîdê Silêman ‘Werne Dawetê ne’ ne ku kurê wî Semedîn dibêje, ev kilam bi xwe serpêhatiyek e, û vê yekê lê zede dike: “Bavê min ev kilam di daweta kurê meta xwe de nivîsiye. Hem jî muzîkê jî datîne. Wek di kilamê de zelal e. Bavê zava mele ye aliyê bûkê jî şêx in.”
NAVENDA NÛÇEYAN