Perwede ji alî Endama rêvebrîya KJAR ya Ewrupa Leyla Ebdewî û Rojnamevan Necîbe Qeredaxî ve hate dayin. Hem aliyên teorî û hem jî li ser ezmûnên têkoşîna jinan li Kurdistanê û cîhanê hatin giftûgo kirin. Di heman perwerderyê de film û belgefilm li ser têkoşîna jinan hatin nîşan dan. 

Yek ji jinên tevlî perwerdeyê bû Fayze Qadirî got; "Divê tiştên li vir hîn bûn bi jinên din re parve bikin û cudahiyê nekin navberê jinên Kurd û gelên din. "

Yek ji beşdarvanên din Şîrîn Ehmedî li ser perwedeyê got; "Civaka Rojhilatê Kurdistanê ji ber kevneşopî û muhafezekariyê me nekarî perwerdeyeke wisa bibînin. Vê perwerdeyê derfeta pêşxistina min zêdê kiriye.” 

Cemîle Kerîmî jî got; "Pir tiştên nû hîn bûm, min berê bawer nedikir ku bibin xwedî raman, gehiştim vê encamê ku bawerîya bi xwe, hêz û îradeya xwe bînim.”

Leyla Ebdewî jî diyar kir ku di dema pêş de wê hejmara perwerdeyên bi vî rengî zêde bikin.

Rojnamevan Necîbe Qeredaxî jî got; "Jineolojî deryeke fireh û nû li ser azadî li Rojhilata Navînê û cihanê de vedike. Ev zanista ya berhem û keda bê hempa ya Serok Ocalan û jinên ku bê dû dilî jiyana xwe di rêya azadî fedakirin e." 


 KOBLENZ