Endama Komîteya Jineolojiyê, Necîbe Qeredaxî got, jineolojî weke berhema têkoşîn û keda jinên Kurd a çil salî ye û bala hemû jinên cihanê jî kişandiye ser xwe; Jineolojî zanista jiyan, civak û hevjiyana azad e. Ji bo danasîn û rêxistinkirina xebatên Jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê perwerde, civîn û semîner tên dayîn. Di perwerdeya 2 rojî ya Jineolojiyê de komek jinên ji sazî û xebatên cûda, beşdar bûn û behsa girîngiya Jineolojiyê ji bo civaka Başûrê Kurdistanê û jinan hate kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bipêşxistina zanisteke alternatîf û femînîst sala 2008’an zanista Jineolojî ango zanista jinê xiste rojeva jinan. Ji wê demê ve gelek perwerde, lêkolîn, analîz û xebatên akademîk di asta welatên Ewrûpî, Kurdistan, Tirkiye û Emerîkaya Latîn de ji aliyê Komîteya Jineolojiyê ve hate kirin. Çima Jineolojî Piştî xebatên Jineolojiyê li Rojava, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li Başûrê Kurdistanê jî ev demeke xebatên di çarçoveya danasîna Jineolojiyê de dest pê kiriye. Li gorî agahiyên endamê Komîteya Jineolojiyê, di vê çarçoveyê de xebateke analîz û lêkolînê derbarê tehlîlkirina civaknasiya Başûrê Kurdistanê de wan daye destpêkirin. Li ser pirsa çima, ´Jineolojî´ civîn, semîner û perwerde hatine dayîn. Bi tevlîbûna komek jinên Başûrê Kurdistanê li Akademiya Siyaset û Hizra Demokratîk a bajarê Silêmaniyê, perwerdeyeke du rojî ji aliyê Komîteya Jineolojiyê ve hate dayîn. Endama Komîteya Jineolojiyê, Necîbe Qeredaxî perwerde bi rê ve bir. Lê beriya perwerde dest pê bike sînevîzyonek derbarê xebatên komîteya Jineolojiyê yên li Ewrûpa, Tirkiye, Bakur, Rojhilat û Emerîkaya Latîn de hate nîşandan. Civakê hembêz dike Di roja yekê ya perwerdeyê de hate gotin ku gotina Jineolojiyê, sala 2008’an bi rêya Parêznameya Ocalan a bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ ketiye rojeva jinên cihanê. Her wiha hate destnîşankirin ku Jineolojî berhema têkoşîn û keda jinên Kurd a çil salî ye û bala hemû jinên cihanê jî kişandiye ser xwe. Qeredaxî di perwerdeyê de diyar kir ku Jineolojî zanista jiyan, civak û hevjiyana azad e. Di perwerdeyê de îşaret bi peyva ‘Jin’ û ‘Lojî’ jî hat kirin  û hate gotin ev zanista ku li derdora vê kom bûye hemû civakê himbêz dike. Jin, jiyan, azadî formula jineolojiyê ye Her wiha di perwerdeyê de hate gotin ku dirûşma, ‘Jin, Jiyan û Azadî’ ji bûyîna dirûşmekê wêdetir, formula Jineolojiyê ye û Qeredaxî destnîşan kir ku çawa formûla her zanistekê heye, formûla Jineolojiyê jî ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Di perwerdeyê de ku rexne li zanistên civakî jî hate girtin, hat gotin, “Herî zêde zanistên civakî ji jiyanê hatine dûr xistin. Lewma erka sereke ya Jineolojiyê ew e ku jiyanê ji nû ve pênase bike.” Meyla azadiya çewt Li ser bingeha lênihêrîna Jineolojiyê, civaka Başûrê Kurdistanê jî bû yek ji mijarên analîzê yên perwerdeyê û tespîta zêdebûna meyla azadiya çewt a di nava civakê de hate kirin. Di roja duyemîn a perwerdeyê de jî qala qadên jineolojiyê Etîk-Estetîk, Aborî, polîtîka, perwerde, demografya, ekolojî û tendûristiyê hate kirin. Her wiha li ser xebatên rêxistinkirina Jineolojiyê di nava civaka Başûrê Kurdistanê hate sekinîn û nîqaşên li ser bipêşxistina wê hatin kirin. Xebatên Jineolojiyê yên di çarçoveya perwerde, civîn û semînaran de wê li bajarên din yên Başûrê Kurdistanê jî bên meşandin. Di rojên pêş de wê li Şahrezor, Ranya, Germiyan û Hewlêrê jî ev xebat bên meşandin. SILÊMANÎ