Dabeşkirina mirovan bi katagorîya subje û obje timî hiyerarşiyek afirandîye ku hin mirov divê yên din birêve bibin û timî mirov divê xweza ji bo xwe û berjewediya xwe bikarbînê û bi têgîna tehekûm nêz bibe. Bi nimuneyekê dawî li vê nivîsê tînim li gundekî qendîlê li ser banê malekê razam, serê sibehê zû rabûm min li serbanê temaşeyî pez kir ku dayîk di malê da tek tek didoşê zilam jî wan dibe çêrandin, piştî demeke kin zilam tê û êvarê jî kêrîyê pez bi xwe vedigerin. Min ji zilamê malê pirs kir dema hevjîna te nexweş be kî wan pezan didoşe? Wî jî got "ezê kirasê hevjîna xwe li xwekim û paşê pez rê didin, ezê wan bidoşim, wisa nebe rê nadin , ji ber ku ew hevjîna min nas dikin. Dema wan dibem çêrandin jî pêdivî nîne ez biçim wan bînim , ew bi xwe tên û pirsî " çima hawceye hertim yek li ser serê me be? Ev adeteke kevine". Ev adeta kevin ji xwe nehatiye ez hîn jî difikirim kîjan zanista civakî dikare vê têkelî mirov bi xweza re şîrove bike. Lê min li konfransê hizir kir ku jineolojî vî karî dike.
Jineolojî: Zanista çareseriya radîkal
3 rojan konferansa jineolojî li zaningeha Koln a Almanya pêkhat, jinan bi cesaret koka pirsgirêkan kola, ku mirovahî bi hezaran salan e di nava şer û şidetê de hiştiye. Koka pirgirêkan birin heya şaristaniya çînan û hesretên ji bo dema neolotîkê anîn ziman. Yên tevlî konferansê bûn di domahîka 3 rojan de çav û devê wan vekirî man, hem di nava nakokiyan de bûn, hem hewl dan ku fêm bikin, hem destxweşî kirin û li ser hev li çepikan dixistin, hem jî ewqasî coş girtibûn dixwestin yekser piştî konferansê encam û naveroka wê li her derê belav bibe. Çima hin ji wan di nava nakokiyan da bûn? Jineolojî hem tiştên pir nû têda hebûn ku tiştên jiberkirî têk dibirin, jiberkiriya darwinizim, lojîka pêşketina rastehêl a markisîzmê, rexneyên radîkal li dewletê û heya asta danîna wê li aliyekî û rexneyên cidî li fêminîsmê. Ev ji bo hin beşdaran nedihat qebûlkirin ji ber mîna oldarî û kitêbên semawî nêzî pirtûkên sermaye û têzên Marks û fêminizmê dibûn. Hin ji wan hîn ji nakeve serê wan çima dewlet amûreke serdestane û di herikîna dîrokê de ji rê derketinê? Hin beşdar jî neolotîkê wekî fantaziyekê dibînin û mîna zanistên pozîtivist daxwaza delîlan dike ku çawa ev dema dîrokê derbas bûye. Jixwe hemû sira dîrokê li vir veşartîye. Armanca konfransê jî ew bû ku jin û di şexsê jinê da civak piştî qonaxa neolotîkê çi winda kiriye li wir lê bigire û bibînê. Beşa herî bi bereket a dîrokê hatîye veşartin û nirxên kû hatine afirandin hatine dizîn, armanca konfransê ew bû ku van dizan destnîşan bike û teşhîr bike û darizîne. Di konfransê de xwedî derketin li hemû beşên civakê ya ku li derveyî dîrokê hatiye hiştin û di dîroka nivîskî da jî cihê ji wan re nehatîye dayîn mijareke herî balkêş bû. Zanistê tenê cih daye diyardeyên deshilatdarî û mirov û xweza wekî hebûneke metafîzîk nabînê û tenê bi çavên berjewendî lê dinêrê. Ev zanista ku jineolojî dida ber tîrên rexneyên radîkal cih nade ruh tenê bi tiştên tên dîtin bes dibînê, bi nêrîna vê zanista serdest ya kû di testa DNA da nayê dîtin nîne.