OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Gundê Jinwar ê taybet ji bo jinan hatî avakirin, wê 25’ê Mijdarê fermî damezirandina wî were ragihandin.

Di 10’ê Adara 2016’an de sazî û rêxistinên girêdayî jinan ên herêma Cizîrê dest bi avakirina yekemîn gundê taybet bo jinan bi navê Jinwar kirin. Jinên karker ên gund xebatên avakirina 30 malan, dibistanekê bi navê Dayika Ûveyş, akademiya Jinwar, muzexaneyek biçûk û navendek tenduristiyê bi dawî kirin. Dibistan bi navê dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayika Ûveyş hatiye bi navkirin. Her wiha li navenda tenduristiyê wê nexweş bi rêya giyayan werin dermankirin.

Fikra gundê Jinwar

Ev hizira Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ocalan di pirtûkên xwe de behsa gundê Îştar a taybet bo jinan dikir.

Çawa dest bi avakirina gund hate kirin?

Têkildarî vê mijarê bi gelek saziyên jinan û endezyaran re civîn hatin lidarxistin. Di encama gelek nîqaşan de biryar hate girtin ku gund weke teşeya çargoşe bê avakirin. Hemû malên gund ji ax bin û jiyana wê komînal be. Di 25’ê Mijdara 2016’an de avakirina gund hate ragihandin. Ji ber wê xebatên amadekirina binesaziya gund hate destpêkirin. Piştre di Nîsana 2017’an de xebatên rasteqînî destpê kirin.

Gundê Jinwar li ku derê ye?

Gund li rojavayê navçeya Dirbesiyê ya girêdayî Kantona Hesekê li Bakurê Sûriyê ye. Her wiha gund li nêzî girê Gebz a dîrokî ye û gundên Kerkend, Herba, Etîşan û gundê Qeyrawan li derdora wî ne.

Gund ji 30 malan, parkeke biçûk, dibistanek seretayî, akademiyek heta ku hemû jinên gund perwerdeyên xwe lê bibînin, axura sewalan û navendek tenduristiyê ku nexweşan bi giyayên derman dike pêk tê.

Kî wê li gundê Jinwar bijîn?

Jinên ku bê xwedî ne, hevserên şehîdan, jinebî û hemû jinên ku bixwazin li gund bijîn divê serdana navendên Kongreya Star an jî Mala Jinan li herêma ku lê dimînin bikin.

Jinwar pêdiviyên xwe ji aliyê aborî ve çawa peyda dike?

Di Jinwar de ji bo peydakirina hemû pêdiviyan di hemû waran de, jin sebzeyan diçînin. Heman demê li nava gund dikanek û firinek jî vekirine. Bi vê awayî ne tenê pêdiviyên Jinwar peyda dibin, lê pêwîstiyên gundên derdorê jî tên peyda kirin.

Niştecihên gund di nav dildariyê û hezkirinê de dijîn

Niha 8 malbat ji cuda bajar û deverên Herêma Cizîrê li gund bi cih bûne.

 

Ez li vir gelek kêfxweş im

Jina bi navê Fatme Derwîş 33 salî ye û dayika 7 zarokan e, li gindê Jinwar dijî. Fatme ji navçeya Şedadê ye. Fatme wiha behsa hatina xwe ya gundê Jinwar dike:”Piştî şehadeta hevserê min û ji ber nebaşiya rewşa madî ya malbatê min serdana Mala Jinan a Şedadê kir. Endaman jiyana li gund pêşniyarî min kirin. Ji ber wê min berê xwe da gund û lê bi cih bûm. Ez li vir gelek kêfxweş im. Ji ber ku ev cihek taybet ji bo jinê ye.”

Jina bi navê Fatme Emîn jî ku dayika 5 zarokan e got: “Piştî şehadeta hevserê min, ez û zarokên xwe bi tenê man. Ji ber wê me biryara da ku em li gund bijîn.”

Xwe bi rêve bibe

Girêdayî heman mijarê endama rêveber a Komîteya Avakirina Gundê Jinan a bi eslê xwe Elman e Nûjîn jî got: “Armanca me ji avakirina gund ewe ku, jin xwe bi xwe, xwe bi rêve bibe û vegere jiyana xwezayî û debara xwe bi çandiniyê peyda bike ye.”

 

ANHA/HESEKÊ