Piştî xebatên 2 salan, gundê ‘Jinwar’ di roja 25’ê Mijdarê de ku Roja Têkoşîna li dijî Şideta li Jinan e, bi merasîmekê hate vekirin.
Bi sedan jinên ji herêmên Cizîr û Firatê bi cilên xwe yên gelêrî, şervanên YPJ‘ê, Asayîşa Jin û jinên saziyên sivîl ên herêma Cizîrê beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Endama rêveber a Komîteya Avakirina gund Rûmet Heval axivî û got, “Hizra avakirina gundê ‘Jinwar’ hizra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Hemû destketiyên jinan bi saya fikr û felsefeya wî pêk hatin.”
Berdevka Fermî ya Kongreya Star Evîn Siwêd vekirina gund li hemû jinan pîroz kir û got, “Îro roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta li dijî Jinan e. Weke jinên Rojava me xwe di hemû warên civakê de isbat kir. Bi avakirina gundekî taybet bo jinan me îsbat kir hêza jinê di afirandina jiyanê de li her derî û me îsbat kir ku ew xwedî vîn e.”
ANHA/HESEKÊ