Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku piştî 79 rojan êrîşên qirkirinê berdewam kir beriya 8 rojan jî qedexe bi roj hate rakirin vegera welatiyan didome. Welatiyên ku vegeriyan di bin enqazan de tiştên xwe yên zirar nedîtine derdixin û jiyanê ji nû ve dihûnin. 
Welatiyê bi navê Ebdullah Duzen ê li taxa Cumhuriyetê dijî mala wî ewil hatiye şewitandin piştre jî hatiye hilweşandin, xirakirin. Duzen anî ziman ku ji bo mala xwe çêbike 30 salan xebitiye ked daye û wiha axivî: “2 zarokên min nexweş in. Em 4 malbat bihevre dimînin. Piştî qedexeyê ku em hatin tiştek nemabû. Me malên xwe nas nekir. Jixwe hatibûn talankirin. Tenê me cilên xwe girtibû û em derketibûn.” DUzen bilêv kir êrîşên dewletê tenê bi Geverê re sînorkirî nîne. Duzen bang li gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir xwest ku piştevaniyê bidin bajarên Kurdistanê yên hatine xirakirin.




Niha dora piştevaniya Geverê ye


Welatiyê bi navê Bahattîn Guzel jî mal û kargeha wî ya li taxa Cumhuriyetê hatiye xirakirin anî ziman ku li Geverê malên bi hezaran kesan hatine xirakirin û wiha got: “Gever ji bo hemû deverên ku rastî zilmê hat rabû ser piyan. Niha jî dora piştevaniya bi Geverê ye.”

Ozlem Demîr jî bang li gelê kurd kir xwest ku ji bo înşakirina bajarên Kurdistanê yên hatine xirakirin piştevaniyê bidin û herî dawî wiha got: “Mala min jî hatiye xirakirin û hilweşandin. Li malê tiştek jî me nakerî derxînin. Piştî tiştên li hundirê malê hatine talankirin, hatine xirakirin. Divê gelê kurd rabe li ser piyan.” 


 DÎHA/COLEMÊRG