Li navenda Bajar a Kobanê ku bi têkoşîna enternasyonalîst ya bi pêşengiya şervanên YPG û YPJ’ê hat azadkirin, jiyana sivîl jî bi berxwedanê teşe dibe. Piştî bajar bi giştî ji çeteyan paqij bû şûnde, di dema êrîşan de malbatên neçar man koçî Pirsûsê bikin, niha dest bi vegerê kirine. 

Şer bi pêşveçûna YPG û YPJ’ê ya li eniyên rojhilat, rojava û başûr ji bajar dûr ket û  li gelek malên ku xesar nedîtine yên rojavayê bajar xwarin êdî çêdibe. Li bajar tevgerek mezin tê dîtin, ava vexwarinê ji bîran tên peydakirin, ceyran jî ji jeneratoran tê girtin. Malbatên vegeriyan xaka xwe parçeyek berxwedanê ne. Kobaniyî ji bo avakirina bajar ji nû ve hatin cem hev û li aliyê din jî tevlî berxwedanê dibin, piştgiriya lojîstik didin şervanan. Bi hatina malbatan re hejmara zarokan jî zêde bû û li kolanan dengê zarokan bilind bû.


Malbata bi berxwedanê re bû yek

Malbata Evdo 4 meh berê neçar man Kobanê terk bikin û piştî serketinê vegeriyan welatê xwe. Fetu Evdo piştî şer dijwar dibe 4 zarokên xwe digire û tê Pirsûsê. Hevserê wê Beko Evdu jî tevlî YPG’ê dibe. Piştî 4 mehan şûnde bi çar zarokên xwe re dîsa vegeriya Kobanê û  barê berxwedana ku Beko Evdo girtibû ser xwe parve dikin. 

Bav li eniyê şer dike, kurê wî wesayîtê tamîr dike, kurekê wê jî ajokariyê dike. Dayik Fetu jî dem bi dem ji şervanan re xwarinê çêdike. Tevlî civînanên ji bo pêşeroja bajar dibin. Malbat ji ber ku xaniyê wan ê rojhilat xera bûye li rojhilatê bajar li xaniyekî din bi cih dibin.


Çi ji destê me bê em dikin

Fetu Evdo wiha berdewam kir: “Ez 4 mehan li Pirsûsê mam. Ji me re wek 4 salan bû. Sê rojê berê em hatin Kobanê. Xaniyê me bi giştî hilweşiyaye. Em li xaniyekî ku xera nebûye bi cih bûn. Ji bo vegera me bang tinebû, lê em hatin. Zarokên min gelek dixwestin em bên.  

Em bo avakirina bajar çi ji destê me bê em ê bikin. Niha kurekî min maşîneyên xerabûne tamîr dike. Kurekê min jî diçe eniyê û ajokariyê dike. Hevserê min jî hê li eniya başûr şer dike. 

Belê em hatin vir lê em ji bo berxwedanê çi ji destê me bê em dikin. Kurê Evdo, Heybet Beko jî got: “Bavê min li vir man û em jî çûn Pirsûsê.  Min gelek dixwest em vegerin. Niha ez li vir diçim eniyê û têm. Ez ajokariyê dikim.”



KADRÎ OZKAN/ANHA/KOBANÊ