Konferans li salona şano ya navbera a Luksembûrgê ‘Theatre de casemates’ pêk hat û ji heyeta Rojava ya li Ewropayê hevdîtinan dike Serokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer, ji Berpirsyarên Têkiliyên Derve yên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Îman Derwîş û ji Berdevkên YPJ’ê Nesrîn Abdullah beşdar bûn.Di konferansa bi serenavê „Jiyan ji bo Kobanê“ de ji Fransa û Luksembûrgê zêdeyî 100 siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hunermend jî amade bûn.
Konferans bi axaftina vekirinê ya rojnamevan nivîskar Klod Fîrozonî destpê kir. Piştre endamê Desteya Rêveber a Partiya Sosyalîst a Fransayê Bertirand Mertîz ku di heman demê de parêzer, lêkolîner û dîroknas e mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser pirsgirêkên li Rojhilata Navîn. Mertîz weke rêya çareseriya van pirsgirêka işaret bi Konfederalîzma Demokratîk kir.
Li dû axaftina Mertîz, konferans bi pirsên beşdaran û bersivdayînê dewam kir. Konferansa ku danûstandinên Cenevre 3 jî lê hat nirxandin, bi qasî 2 saetan dewam kir û çapemeniya Luksembûrgê eleqeyeke
LUKSEMBÛRG