Filma Suheyla Schwenk a bi navê Jiyan hêjayî Xelata Taybet a Juriya Okomenîk a Xelata Max-Ophüls hat dîtin. Di filmê de jin û mêrekî ji ber şer reviyane xwe avêtina nav mala xizmên xwe û di nava çar dîwaran de ne. Dîwar her li wan teng dibin.

Li Elmanyayê Xelata-Max-Ophüls ku didin Filmên destpêkê yên derhênerên ciwan, di beşa filma herî serketî de îsal dan Johannes Maria Schmit ji bo filma wî “Neubau” (Nûavakirin). Xelata senaryoya serketî jî dan Iliana Estañol û Johanna Lietha ji bo filma bi navê “Lovecut”. Lê filma herî balkêş, filma bi navê “Jiyan” e. Wê xelata taybet a Juriya Okomenîk wergirt.

Di navbera çar dîwar û Berlînê de Jiyan

Xwendekara DFFB (Akademiya Film û Televizyonê ya Elman) Suheyla Schwenk derhênera filma “Jiyan” e. Di filmê de mirov odeyeke teng gelek caran dibîne, lê ya teng ne tenê ew ode ye, jiyana Harûn û Heyata Kurd e jî ku li cem apê Harûn û jina wî dimînin. Pencereya li avahiyên kirêt dinihêre, dîmenê li ber çavên Harûn û Heyatê ye. Azadiya wan jî ew e ku rovîkên goşt ên Elman ê birajtî dixwin. Ev goştê birajtî ku li Misilmanan heram e, ji bo Harûn û Heyatê azadiya li Berlînê ye. Wekî din çav û dêhnê civaka Tirk û malbata Harûnî li ser wan e.

Kameraya filmê her li derî û pencereyan e. Derî û pencere bi awayekî xapînok mekanî fireh bikin jî, ew bi rengekî ji rengan her asê ne û ji ber wê jî wê tengbûna destpêkê ya di odeyê de bêhtir darîçav dikin. Harûn û Heyat li malekê dimînin, di nava sê odeyan de û hem xwediyên malê û hem jî meqamên Elman xwe li wan digirin, lê ew nebixêrhatî ne; di filmê de vê bi wan didin hiskirin jî. Axir mirov dikare bibêje ku Suheyla Schwenkê karî filmekê bi bêhnfirehî û baldarî çêke. Film ne behsa bextê xweş û ne jî bextreşiyeke mezin dike. Ew behsa samîmîbûn û serneketina reva ji herêmên şer dike.

Xelat nedan derhênerên jin dan derhênerekî mêr

Filma ku xelata senaryoya herî baş wergirtî “Lovecut” hilberîna hevpar a Swîsre û Awusturyayê ye. Johanna Lietha û Illiana Estañol bi sê beşan pratîkên ciwanên di bin bîst salan re dikin.

Xelata Filma Herî baş a Max-Ophüls ji filma destpêkê ya Johannes Maria Schmitt a bi navê “Neubau” re çû. Diyar e ku dîmenên ji devera Brandenburgê yên ku derdikevin derveyî navenda Berlînê, bêhtir tesîr li juriyê kirine û hiştine ku “Jiyan” tenê xelata taybet a Juriya Okomenîk wergire.

 

BERLÎN