Li navçeyên Nisêbînê Cizîr, Sîlopî, Hezex, Şirnex, Wêranşar, Sêwêreg, Serêkaniyê, Sêrt, Dêrsim, Hezex, Berwari, Farqin, Xerpêt û gelek cihên din bi 10 hezaran kesên kom bûn meş pêk anîn û 15'ê Sibatê şermezar kirin. Li navçeya Cizîrê 2 zarok di mudaaleya polîsan de birîndar bûn.

NISÊBÎN: Bi 10 hezaran kesên ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li hev kom bûn, ji bo 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê Roja Radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar bikin meşa girseyî pêk anîn. Girseya ku li Kolana Çag Çagê kom bûn, heta qada Şirinê meşiyan û ala PKK'ê û Posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin. Bi 10 hezaran kesên cilên reş li xwe kirin, 15'ê Sibatê şerezar kir.  Kesê ku ruyê xwe rûpoş kir û li ser navê Înîsiyatifa Gel a Demokratîk axivî 15'ê Sibatê şermezar kir û anî ziman ku heta Reber Apo ji zindanê derxin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Piştî meşê ciwanan li gelek kolanan barîkat danî. Komek ciwan ber bi maşîneyên zirxî ve dest bi meşê kirin. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir û bi mudaxaleya polîsan re pevçun derket. Di mudaxaleyê de li kolanên Şirin, Sakarya, Işik Onderd û Demiryoluyê pevçûn derket.
CIZÎR: Li navçeya Cizirê ya Şirnexê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin. Bi hezaran kesên ku li hev kom bûn bi meşê 15'ê Sibatê şermezar kirin. Piştî bi hezaran kasan di nimêja sivîl ya Înê de li ber Mala Sersaxiyê ya taxa Cudî ref girêdan piştî nimêjê dest bi meşê kirin. Girse meşiya mala Endama Konseya leşkeri ya HPG'ê Çiçek Botan û li vir sirûda "Çerxa Şoreşê" xwend û dîsa meşiyan. Girsê dîsa di meşê de posterê Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan û posterên Yahya Menekşe û Şahin Oner vekirin.
Girseya ku ji Kolana Nisêbînê dîsa ber bi taxa Nurê ve dest bi meşê kir, polîsan bi ava şit û bombeyên gazê mudaxale kir. Girsê jî bi keviran bersîv da polîsan. Li gel mudaxaleya polisan dîsa girse gihişt taxa Nûrê û ji wir jî ber bi kolna Yafesê ve meşiyan. Polîsên ku serê kolanên Hezex, Nisêbîn û Yafesê girt, dîsa muaxaleyî girsê kir. Girseya ku piştî demekê li ber Otela Onşarê ko bû, dîsa dest bi meşê kir. Piştre pevçûn li taxên Nur, Cudî û Yafesê belav bûn. Di pevçûn û mudaxaleya polîsan de zarokê 9 salî M.E. D. û jina 20 salî Zeliha Akin, bi bombeya gazê birîndar bû. 2 welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneya Cizîrê.
SÊWÊREG: Rêxistina BDP'ê ya navçeya Sêwerega Rihayê jî bi heman armancê li Qada Kanli Kuyu daxuyanî dan çapemeniyê. Di navde rêveberên BDP'ê jî heye bi sedan kes amade bûn. Serokê BDP'a Sêweregê Î.Halil Bektaş, li vir daxuyani da û 15'ê Sibatê şermezar kir.
WÊRANŞAR: Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniye. Endam û rêveberên BDP'ê yên Wêranşarê û Şaredariyê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Komê pankarta "Em Komploya Nawnetevîya 15 Şibatê Şermezar dikin, em Komkujiya Kurdan û komploya Nawnetevi Şermezar dikin" vekirin. Di çalakiye de Hevserokê BDP'a Wêranşarê Halîs Aktaş, 15'ê Sibatê şerezar kir. Rêveberê BDP'a Sêweregê Servet Kiliç jî daxuyani da û 15'ê Sibatmê şermezar kir. Komê piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûnşitinê pêk anî.
ŞIRNEX: Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê jî bi heman armancê meşek giresyî pêk anî. Di meşê de polîsan mudaxaleyi girsê kir û pevçûn derket. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê di nimêja sivîl a înê de li hev kom bûn, bi pankart û dowîzan 15'e Sibatê şermezar kirin. Jinan di meşê de cilên reş li xwe kirin û piştî meşê daxuyani dan. Li ser navê girsê Serokê BDP'a Şirnexê Baki Katar, daxuyanî da û xwest bi lezgîn Îmarlî bê valakirin. Komê piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûnişitnê pêk anî. Piştî demekê dîsa polsan mudaxale kir û pevçûna d navbera polîs û ciwanan heta demekê berdewam kir.
SÊRT: Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê jî bi heman armancê bi tevlêbûna sedan kesan 15'ê Sibatê şermezar kir. Koma ku li ber avahiya BDP'ê kom bû, di navde rêveberên ÎHD, TUHAD-DER, MEYA-DER, NÇM, Înîsiyatifa Dayiyên Aştiyê, Xebatkarên şaredariyê û gelek kesên din amade bûn. Komê bê navber siloganên "Biji Serok Apo" berz kir.
SILOPÎ: Rêxistina BDP'ê ya navçeya Sîlopiyê jî bi heman armancê xwestin meşê pêk bînin. Lê ji ber ku polîsan destûr neda girseyê di navde rêveberên MEYA-DER, Kurdİ-DER û BDP'ê jî heye li taxa Nurê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Girsê li vir jî bê navber slogan berz kirin. Polîsan hemû kolan xistin bin ablûkaye û tedbîrên mezin girt.
DÊRSIM: Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê jî bi heman armancê li kolana hunerê kom bûn û heta Qada Seyît Riza meşiyan. Di meşê de şaredara Dêrsimê û rêveberên BDP'ê yên Dêrsimê, nûnerên BDP, EMEP, HDK jî di navde bi sedan kes amade bûn. Komê bê navber siloganên 'Bijî serok Apo" û "Ocalan", berz kirin. Komê li qadê pankarta "Azadiya Ocalanî Azadiya Mîlleté Kirmanciya" û wêneyên Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez vekir. Komê pişti meşê li qada Seyit Riza daxuyanî da. Rêveberê BDP'a Dêrsimê M. Ali Yazir daxuyanî da û 15'ê Sibatê şermezar kir.
HEZEX: Li navçeya Hezexê jî piştî nimêja Înê bi hezaran kes li hev kom bûn meş pêk anîn. Koma ku li kolana Adile Naşit a taxa Ataturkê kom bûn, xwestin heta nava kolanê bimeşin. Lê polîsan destur neda meşê. Girsê li kolana Adile Naşit daxuyanî da û 15'ê Sibatê şermezar kir. Rêveberê BDP'ê Serdar Çatak, daxuyanî da û 15'ê Sibate şermezar kir. Piştî daxuyaniyê girsê xwest peşê pêk bîne, lê polîsan mudaxale kir. Piştî mudaxaleya polîsan bûyer li nava kolanan heta saetê êvarê berdewam kir.
QOSER: Li navçeya Qoserê jî 15'ê Sibatê bi girseyî hat şerezar kirin. Meşa Rêxistina BDP'ê ya Qoserê, rastî êrîşa polîsan hat. Wekîlê Şaredar Haşîm Baday, rêveberên BDP'ê yên navçeyê, MEYA-DER, KurdÎ-DER, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kes li Qada Azadiyê hatin cem hev. Pişt re girseyê xwest ku ber bi Goristana Şehîtê ve bimeşe. Polîsan destûra meşê nedan û bi ava şid û bombeyên gazê êrîş li girseyê kir. Girseyê jî bi keviran bersiva polîsan da û Wekîlê Şaredar Haşîm Baday û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qoserê Fettah Tekîn hatin darpkirin. Di mudaxeleyê de welatiyê bi navê Ramazan Ay bi darbeyên copên polîsan birîndarbû. Ji bo Ay rakirin nexweşxaneyê ambulans xwestin cihê bûyerê. Pişti reveberê BDP'ê Ramazan Ay rakirin nexweşxaneyê û fîlmê serê wî hat kişandin hat diyarkirin ku hestiyê serê wî deriziye. Di çalakiyên li navçeya Qoserê de di mudaxaleya polîsan de 10 ciwan hatin binçavkirin. 10 kesên hatin binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Qoserê.
SERÊKANİYÊ: Rêxistina BDP'ê ya Serêkaniyê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Rêvberên BDP'ê û xebatkarên şaredariyê jî amade bûn. Li vir daxuyanî dan û 15'ê Sibatê şermezar kirin.
XERPÊT: Rêxistina BDP'ê ya Xerpêtê jî bi heman armancê li Garataja Hozatê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokê BDP'a Xerpêtê Turan Çelik li vir daxuyanî da û 15'ê Sibatê şermezar kir.
FARQÎN: Rêxistina BDP'e ya Farqînê jî bi heman armancê meşek girseyî pêk anî. Bi sedan kesên ku li Qada Azadiyê kom bûn, bi pankarta "Em komploya 15'ê Sibatê nahlet dikin" vekir u wêneyên 3 jinên Kurd vekirin. Kom piştî li parkê civiyan heta avahiya BDP'ê meşiyan. Dema meşê dest bi meşê kir, polîsan bi maşîneyên zirxî rê girt û destûr neda meşê. Komê pişti hevdîtina bi polîsan re bi kortejekê bi siloganên "Zext nikarin me bêzar bikin" û "Bê Serok Jiyan nabê" berz kirin û heta kolana navendî meşiyan. Kom pişti heta duriyana PTT'ê meşiyan li vir daxuyanî dan. Rêveberê BDP'ê Mahmut Gezer di bin dorpêça polîsan û maşîneyên zirxî de daxuyani da û 15'e Sibatê Şermezar kir.
ÇINAR:Li navçeya Çinare jî Rêxistina BDP'e bi heman armancê bi meşekê 15'e Sibatê şermezar kir. Komê piştî dest bi meşê kir, polîsan bi bombeyên gazê û ava şit mudaxale kir û destûr neda meşê. Komê jî bi keviran bersîv da polîsan û bûyer di nava kolanan de belav bû.
BERWARÎ: Li navçeya Berwarî ya Sêrtê jî Rêxistina BDP'ê bi heman armancê meş pêk anî û 15'ê Sibatê şermezar kir. Bi dehan kesên ku li avahia BDP'e cilên reş li xwe kirin ji bo rojekê ketin greva birçîbûnê û çalakî pêk anîn.
HAZRO: Rêxistina BDP'ê ya Hazro jî bi heman armancê li ber avahiya AKP'ê ya Hazro çalakî pêk anî. Komê silogana "PKK gel e, gel li vir e" berz kir. Li vir serokê BDP'a Hazro Şakir Dolan, daxuyanî da û 15'ê Sibatê şermezar kir. 

NAVENDA NÛÇEYAN