FETHÎ BALAMAN / MA/AMED

Nûray Abay a 70 salî ku li Dêrika Mêrdînê tê dinê, hê di 15 saliya xwe de bi zorê tê zewicandin. 20 salan zewicandî dimîne û 4 keçên wê çê dibin. Gava zewicandiye, hem li malê hem jî li nav erd dixebite. Lê ji ber ku zarokên wê yê kur çê nabin, hevjînê wê radibe dixwaze hewiyê bîne ser wê. Abay jî li ber vê radibe, lê belê hevjînê wê hewiyê tîne ser wê. Ew jî di sala 1985’an de dev ji hevjînê xwe berdide. Piştî dev ji hevjînê xwe ber dide 5 sal şûn de, yanî di sala 1990’î de tevî 4 keçên xwe berê xwe dide navçeya Rezan a Amedê. Ji bo debara zarokên xwe bike bi salan dergevanî, çayvaniyê dike û li zarokan dinêre. Her wiha li gel van zor û zehmetiyan jî bi salan di nav têkoşîna azadiyê ya kurd de cih digire û hema bêje ji ti çalakiyê jî namîne.

Abay ku berzendika wê ya kesk, sor û zer bi salan e di destê wê de ye û hineya li destê xwe û hungilîska xwe nîşan dide û dibêje, gelek caran xwestiye berzendika wê derxin, lê belê wê nedaye wan. Abay, diyar dike ku 18 sal in tev li çalakiyên 8’ê Adarê dibe û dibêje wê di mîtînga îro de jî cih bigire. Abay, dibêje piştî bîrbiriya jinbûnê û ezm û cehda têkoşîna jinbûnê lê peyda dibe, haya wê ji hêza jinê çê dibe.

Abay, diyar dike ku Hema bêje ji dema HADEP’ê ve di bin banê partiyên kurdan de bi awayekî çalak xebitiye û dibêje, li kuçeyan me û jina mil daye hev du û em têkoşiyane. Me di nav çalakiyên greva birçîbûnê, çalakiyên li dijî qeyûman de cih girt. Heger jin dixwaze bi hêz bibe, ev di destê wê de ye. Tu kes nikare tiştekî bide kesî. Divê tu bi xwe bistînî. Ez ê bitêkoşim. Jiyan têkoşînê li me ferz dike. Heger em tênekoşin em ê winda bibin.”