Belkî jiyan li derveyî dinyaya me bi rengekî gelekî cihê be, heta gazeke ji bo me jehr a mîna fosfînê (phosphine) ya bêhngenî, dibe ku nîşana vê jiyanê be. Encama lêkolîneke nû wê di hejmara bê ya kovara Astrobiology de derkeve û tam behsa vê mijarê dike.
Fosfîn a bêhngenî li dinyayê jehr e ji bo jiyanê. Lê belê dibe ku nîşana jiyanê be li gerdûna derveyî dinyaya me. Clara Sousa-Silva astrofîzyaker, û wê beriya bi 3 rojan li Konferansa Salana a Zanista Astrobiyolojiyê de peyivî. Dewsa vê gaza ku dijminê jiyanê ye li dinyayê, dîsa jî li avzêman, li nav rovî û doranên masiyan û pitikên mirovan jî hene. Di nava zeviyên birinc û di nav zelqên pînguenan de jî mirov bi ser şopa wê ve dibe. Li van deveran hemûyan tiştekî nîne heye, ew jî oksîjen e.
Fosfîn gava têkilî oksîjenê dibe enerjiyê hildiberîne. Jixwe, ji ber vê jî ji bo zindiyên li dinyayê jehr e. Lê heger oksîjen nebe, fosfîn ne jehr e.
Yanî li gorî lêkolînê li gerstêrkên dûrî dinyayê yên ku li wan oksîjen nîne, jiyan dibe ku bêxem ji xwe re fosfînê çêke. Clara Sousa Silva, texmîn dike ku belkî jiyan fosfînê bi kar bîne, ji bo xwe bi parêze, metalan zeft bike ji bo proseyên biyokîmyewî yan jî ji bo ku şane bi hev re bidin û bistînin.
Çima na, lê qederê 16 hezar molekul hene ku îhtîmal e nîşana jiyanê bin. Ji bo Sousa-Silva bi xwe, di nava van de fosfîn favorî ye.
BELLEVUE