
Rojnamevan û nivîskar Jêhat Bertî di derbarê jiyan û têkoşîna fermandarên jin yên gerîla Nûda Karker (Nazan Bayram) û Viyan Soran (Leyla Welî Hesen) pirtûka bi navê "Bi Çîrokan re Ruhê Cêwî û Bi Belgeyan re Ruhê Cêwî" ku ji du bergan pêk tê nivîsand.
Çiyayên Kurdistanê, ku weke cihên kûrbûna nirxên bingehîn ên 40 salên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ne, hem ji bo têkoşînê, hem jî ji bo gelek qadên hunerê yên mîna wêje, muzîk û sînemayê re bûne çavkanî, bûne îlham.
Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji bo gelek kesên dixwazin xebateke bi vî rengî bimeşînin, bûye cihê mirov berê xwe didinê. Jêhat Bêrtî yê li Ewropayê rojnamevanî kir û bi nivîsên xwe yên li ser têkoşîna azadiyê û gerîla tê naskirin, bi xebateke xwe ya nû ya li çiyayên Kurdistanê re derdikeve pêşberî xwendevanan.
Pirtûka Bêrtî ya bi navê "Bi Çîrokan re Ruhê Cêwî û Bi Belgeyan re Ruhê Cêwî" ku piştî kedeke demdirêj li çapxaneya Roj a li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat çapkirin. Pirtûk li eleqeyeke mezin a gerîlana rast tê.
Bêrtî, di pirtûka xwe de her wiha cih da axaftinên heval û malbatên her du fermandarên gerîla.
Jêhat Bêrtî beriya pirtûka "Bi Çîrokan re Ruhê Cêwî û Bi Belgeyan re Ruhê Cêwî" li çiyayên Kurdistanê pirtûkên bi sernavên" Nivîsên Çiyê" û "Nivîsên Pepûle" amade kiribû û ev her du pirtûk li Tirkiye û Ewropayê hatibûn weşandin.