Dema saziyeke navendî ya ziman nebe, pêşî li kesan negire, her kes di ber xwe de dibe zimanzan û pergala ziman ser û bin dike. Baş tê zanîn ku yek șașiyeke piçûk dikane bibe egera xirakirina sîstema avahiya ziman. Bi taybetî jî dema di saziyên ragihandinê yên dîtnêr de jî hate weșandin, êdî pêșî lê nayê girtin, sererastkirin jî gelek dijwar dine. 

Her zimanî bi awayekî xwezayî di avahiya xwe de pergaleke bi rêk û pêk avakiriye. Deme tiştên nû tên afirandin ne li gor avahî û pergala ziman be, hem zîşt û beloq xuya dike, hem jî zirarê dide sistema ziman di xwe de avakiriye. 

Di Kurdî de șașbikaranîna herî zîşt û beloq ev lêkera „jiyan kirin“ ê ye. Ev lêker rasterast ji wergera lêkera tirkî “yașatmak“ bi șașî hatiye wergirtin, lê wergera wê lêkera tirkî ne „jiyan kirin“ e, „jiyandin“ e. Ev di nava gerîlayan de carê șaș hatiye bikaranîn û her kes jî wisa șaș bikartîne. Niha jî em rastiya wê șirove bikin.

1 – lêkera „jiyan“ forma fireh a lêkera „jîn“ ê ye û lêkereke têneper (negerguhêz, intransîv) e. Jîn /jiyan di xwezaya heyînê zindî de heye, nayê afirandin. Dema em bikaranîna wê ya li gor têgîhîștin û pergala ziman lêdinêrin, rastî derdikeve. 

Di ziman de forma bingehîn hîmê her tiștî ye. Ev form „jiyan /jîn“ e. Fermana wê „bijî” ye, „bi“ pêșgira fermanê ye, „jî“ jî raya dema niha ye. Lema em dibêjin „Bijî Kurdistan! Bijî azadî!“ Ji ber ku di Kurdî de bi navê „jiyankirin“ lêkerekê tune, heta dijê xwezaya zimanê Kurdî ye, lema kes nabêje: „Jiyan bike Kurdistan! Jiyan bike Azadî!“ Dema fermana lêkerekê șaș be, neyê bikaranîn, tê wê wateyî ku ew lêker jî șaș e, ne rast e. Mirov nikane bibêje; “jiyan bike filan kesî, yan tiștekî.” Eger tiștekî jînde (zindî) be, ji xwe jiyan tê de heye, bi gotineke din di xwezaya wê de heye. Lema lêkera “jiyan /jîn” tê bikaranîn. Dema niha ya lêkerê: “Ez dijîm, tu dijî, ew dijî (ji ber teybetiya lêkerê di kesandinê de pașgirên kesî yê kesî dudyan û sisyan nayê bikaranîn.); em, hûn, ew dijîn.” Dema borî: Ez jiyam /jîm, tu jiyayî /jî, ew jiyaye/ jî; em, hûn, ew jiyan/ jîn

Bikaranîna forma șaș: “Ez jiyan dikim, yan jî min jiyan kir.” nabe, pir zîşt û dijê xwezaya zimanê Kurdî ye.

2 – Lêkera “kirinê” li gel erkên xwe yê bingehîn, ango kirinê (pêkanîn), bi awayê lêkereke alîkarê ku bi alîkariya wê lêkerên nû tên çêkirinê jî tê bikaranîn. Wek mînak: “lêkirin çêkirin, rakirin, barkirin.” Ango bi alîkariya vê lêkerê mirov dikane ji berlêker, daçek, rengdêr, hoker û navdêran lêkerên nû biafirîne. Mînak: rakirin, sor kirin, șû kirin, vala kirin, bang kirin, șêlav kirin /sêwax kirin ûhwd. Lê tu car bi alîkariya wê ji lêkerên têneper lêkerên nû çênabin, ev dijê sistema avahiya Kurdî ye. Mînak: mirov nikane bibêje; “hatin kirin, çûyîn kirin, revîn kirin.” Da lêkera „jiyan“ jî di xwezaya xwe de lêkereke têneper e, “jiyan kirin” jî nabe, li dijê avahî û pergala ziman e.

3 – Ji ber ku lêkera „jiyan“ lêkereke têneper û aktîf e, forma wê ya dankir yan jî pasîv jî heye ew jî “jiyandin” ango lêkera wergerandina lêkera tirkî “yașatmak” e. Ji bo wergera: “Ez xwe dijîm = ben kendîmî yașiyorûm. Ew dixwaze bîranînê hevalên xwe bide jiyîn = O arkadașlarinin anisini yașatmak îstiyer.” Ango hewce nake ku mirov bibêje jiyan “dikim” jiyan kirin bi tirkî dibe hayat yapmak /yașam yapmak. Di tu zimanê cihanê de tiştek wisa tune.

Bi gotineke kurt û kurmancî ev forma șaș “jiyan kirin” ku gelek kes bê ku rastiya wê bizan e, wek Kurdiyeke polîtîk bikartîne, di Kurdî de tune, li pergal, têgîhîștin û mantiqê rêzmana Kurdî jî nayê. Hêvî dikim ku ev lêkera șaș êdî neyê kirin.