Koçerên li Şirnexê dijîn bi helîna berfê re sewalên xwe derxistin zozanan. Gundiyên gundê Deşta Darêya Hezexê jî ketin ser riya zozanan. Gundî ji bo sewalên xwe biçêrînin 4-5 meh li zozanan dimînin. Barê jin li zozan û gundan hildigirin jî mala mirovan dikêşe. Jinên ku li hemberî zor û zehmetiyên jiyana koçeriyê têdikoşin, ji şîrê ku ji sewalan digirin, penîr û mast çêdikin. Jinên koçer van berheman li bajar û navçeyan difiroşin û debara mala xwe dikin. Fatma Kuşmata 50 salî ya li gundê Deşta Darê dijî û 150 bizinan xwedî dike diyar kir ku dema ew derdikevin zozanan ji sewalan hê zêdetir şîr peyda dibe.
Kuşmet anî ziman ku koçerî parçeyek ji jiyana wan e û got; "Ev demeke dirêj e em bi koçeriyê debara mala xwe dikin. Ji zarokatiya xwe heta niha em derdikevin zozanan. Em sewalên xwe dibin zozanên Feraşîn û herêma Serhedê. Li vê derê hin caran leşker zozanan li me qedexe dikin. Nahêlin em sewalên xwe biçêrînin. Me dixin nava zehmetiyên mezin. Gelek caran zozanên herî berhemdar li me tên qedexekirin. Tevî vana hemûyan jî em derdikevin zozanan. Ji ber ku derketina zozanan bû parçeyek ji jiyana koçeriyê. Heke em koçeriyê nekin em ê jiyana xwe kêm bihesibînin."
Leyla Kuşmata 40 salî jî anî ziman ku bi salan e ew koçeriyê dike û jiyana koçeriyê wekî çandekê binav kir. Kuşmat destnîşan kir ku ew ji jiyana xwezayî hes dikin û ji bo wan şêwazeke jiyana jêneveger e. Kuşmat got; "Em li zozanan di nav şert û mercên xwezayî de dijîn. Bi temamî ji amûrên elektronîk dûr dijîn. Ez ji van deran hes dikim. Ji bo me ev jiyan gelekî watedar û girîng e. Li vê derê her tişt xwezayî ye." Dikandarê bi navê Haci Botan ku li sûka penîrfiroşan dikandariyê dike jî dikar kir ku ez berhemên difiroşe ji koçeran dikire û got; "Jinên koçer penîr, mast û şîrê ku tînin vê derê difiroşin me. Berhemên wan gelekî paqij in. Bi saya wan em jî kar dikin. Bi rastî jî ji wan gelekî keyfxweş im." 


DÎHA/ŞIRNEX