Rêveberiya Tund û Tujiya dijî jinan, di 12’ê çileyê, di rapora salane ya xwe de amara tund û tujiyên ku di nava salekê de Herêma Kurdistanê li dijî jinan hatine tomarkirin aşkere kir. Li gorî vê Hewlêr di rêza yekemîn de ye.
HEWLÊR: Li gorî amarê, di sala 2011 de Hewlêrê 23 jin hatin kuştin, 9 jin xwe kuştin, 84 şewitîn, 37 jin jî xwe şewitandine. Dîsa li Hewlêrê, 168 jin li rastî îşkenceyê hatine û 983 ji bo vê yekê doz hatine vekirin. Her wiha 18 rastî tecawizê hatine.
Herwiha ligor amara wê rêveberatiyê, tenê di sala borî de 239 pirsgirêka jinan hatine çareserkirin û bi rêya vê rêveberatiyê 116 jin pirsgirêk wan çareser nebûye.
SILÊMANÎ: Di sala 2011 de 9 jin hatin kuştin, 19 jin xwe kuştin, 87 şewitîn, 37 jin jî xwe şewitandine. Dîsa liSilmaniyê 37 jin xwe şewitandine, 76 jin li rastî tecawizê hatine û 725 jinan jî gilî kirine. . Her wiha 720 rastî îşkenceyê hatine.
DIHOK: Li parêzgeha Duhokê rêjeya hejmara tudû tîjiyan bi wî awayî ye, Kuştin (6), xwekuştin(10), hewildana xwekuştinê(9) û (51) bûyerên xweşewitandinê û (34) bûyerên şewitîn û (656) giliyên hatine tomarkirin û 14 jin jî li rastî tacîz û tecawizê hatine.
GERMIYAN: Li îdareya Germiyanê rewşa civakiya jinan bi wî awayî ye, Kuştin(5) , xwekuştin(6), şewitîn(23), xweşewitandin (7) û (102) bûyerên îşkence û (174) gilî hatine tomar kitin û bûyerek a tecawizê qewimiye.
NAVENDA NÛÇEYAN