Dema ku tu li civakê binêrî ger ku ji azadiyê dûr bê ev dem em dikarin bêjin ku civak  ji nirxên jinê dûr bûye û jin di bin siya fikrê zilaman de dijî. Dema ku di civak de asta azadiye bilind be ew dem emê fem bikin ku jin di bin siya nirxên dethilatdar de najî, jin nirxê xwe dijî, jin ji xwezahiya xwe re nêz e. Wê demê jî civak bi ehlaq û jiyaneke komînal dibe.

Lê belê em niha li civakê binêrin; civak ji nirxên dayike re dûr dijî. Ev rewş jî diyar dike ku civak di nav xulamtiyê de ye. Di nav pergala zilamsalar de jin bi her awayî hatiye guhertin, li gorî ajoyên zilaman dive qey ji nû ve hatiye çêkirin. Bê vîn, bê fikir, ji estetîkê dûr dijî. Ev rewş jî xirakirina xwezahiya jinê nîşanê me dike. Dema rê û rebazên ji bo guhartina jinê were dest girtin pêwîst e di serî de malbat, dibistan û medyaya ku pergala zilamsalar bi kar tîne were şîrovekirin. Medya ji bo xirakirina xwezahiya jinê de çawa rolekî dilîze? Di serî de reklam, rêzefîlm, fîlm, bernameyên ku ji bo zewacê hatine çêkirin de jin li gorî zilaman ve tê şekilkirin.
Di rêzefîlman de rola jinê her tim ya xirab e, wek pîrhebok, wekî komploger tê nîşandan yan jî jin xizan, bê vîn, zeif, bê zilam nikare bijî, her tim jin hewcehiya zilaman te nîşandan. Gelo şikl û şemala jinê çawa tê nîşandan? Fizîka jin zeîf, ruyê wê de tu pirsgirek tune, (gorî hişmendiya ya pergala zilamsalar de) xweşik, bi makyaj...
Dema ku karakterên rêzefîlman tên diyarkirin li gorî van taybetmendiyan lîstikvanên jin tên hilbijartin. Dema ku mirov bi van nêrînan li rêzefilman temaşe bike dibîne ku ji derveyî van taybetmendiyan lîstikvanên jin tune ye. Lîstikvan her tim 'xweşik e, ciwan e' û hwd. Ev yek jî ji jinên ciwan re bandorek neyînî dike. Dema ku jinên ciwanên di nav civakê de van rêzafilman temaşe dike xwe dike şiklê van lîstikvanên jin. Cilê jinên ciwan, axaftina wan, hal û hereketê wan, meşa wan li gorî van karakterên rêzefilman diguhere.
Em bandora rêzefilman li ser mînaka jinên ciwanên dibistana navîn de dikarin bidin. Em di rastiyê de binêrin temenê jinên ciwanên di dibistana navîn zede ne mezin e. Lê bele rêzefîlmên ku li ser dibistana navîn hatiye çêkirin de karakterên rêzefîlmê de her tim hinêk mezin tên hilbijartin. Ev karakter her tim bi makyaj in, cil û bergê wan ne li gorî temenê wan in. Mijara rêzefilman her tim li ser evînê ye. Ev jî rastiyeke ku evîna pergalê tenê li ser cinseltiyê ye. Ev yek jî xuya dike ku jinên ciwan bi destên pergalê ve weke amûrê cinsî û amûrê berjewendiya zilaman şikl tê dayîn. Jinên ciwan di temenê biçûk derdikeve ji derve xwezahiya xwe. Ger ku temenê jinên ciwanêk 15 be xwe weke 20 salî dide xuyakirin.
Pergala zilamsalar bi rêbaza rêzefilman jinên ciwan dixe bin bandora xwe. Di rêzefilman de jin her tim li pişt zilaman e, karekterê esasî zilam e. Bi vê rêye jinên ciwan di aliyê hişmendiyê de ji xwe bê bawer dibe. Em mînakekî rêzefilman bidin: dema ku jin ji evîndara xwe vediqete jiyan jêre dibe wek jehr, dikeve depresyonê, wateya jiyanê namîne. Dema ku zilam di keleka jinê de be ev karektera jin pir keyfxweşê, jiyan xweş diçe û jiyan wek xewn û xeyalên xweş derbas dibe. Dîsa van rêze filman jinên ciwan sevqî dewlemendbûyîneke madî dike. Sankî pereyê jin hebe tu pirsgirek tune ye, her tişte jiyanê xeşe. Dîsa di rêzefilman de modayekî te avakirin.
Dema mijara rêzefilman Kurd û Kurdistan bibe Kurdan wek dervî mirov nîşan didin. Kurd ne zana ne. Kurd ji medeniyetê dûr in. Jinên Kurd jî dema diçe Stenbole pêş dikeve ev jî bi deste zilamên tirk çêdibe. Yanî heta ku jin bi zilamekî tirk re leqa nebe paş ketiye. Lê ev çax jî mirov dibîne ku çanda tirk çanda Ewropayê û zilamên tirk wek xilasgerekî tê nîşandan. Lê belê em dibînin ku ev tiştan hemu derewe û armanc jî jinên ciwan ji xwezahiya jinê, ji nirxê jinê û ji çanda xwe ya esaî dûr xistinê.


EVRÎM DEMÎR