Şêxa Ebdilqadir Mihemed li gundê Til-Xenzîr yê girêdayî bajarê Amûdê di sala 1965’an de ji dayîk bûye. Di sala 1991’an tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Li gelek herêm û bajarên Kurdistanê xebat meşandin. Di sala 1996’an de ji aliyê rêjîma Baasê ve hate girtin û sal û nîvekê di girtîgeha bajarê Helebê û Şaxê Filestînê yê bajarê Şamê ku bi pêkanînên li dijî mirovahiyê tê zanîn de ma. Dîrok Amûdê piştî ji girtîgehê derket jî di damezirandina rêxistina jinan a Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star de cihê xwe girt û li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê xebat meşandin. Birayê Şêxa yê bi navê Muhdî Mihemed (Dilovan) di sala 1992’yan de, birayê wê yê bi navê Dirêî Mihemed (Diyar) jî di sala 1993’yan de jiyana xwe jidest dan.
ANHA/ŞAM