Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku ev 138 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, derbarê agahiyên çalakiyên fedaî ên ji hepsan de, bang li girtiyan kir û got, “Divê em dawî li jiyana xwe neyînin, bi çalakiyên cuda têkoşîna xwe xurttir bikin.”

Peyama Guven wiha ye: “Daxwaza me li tevahiya cîhanê belav bû. Êdî her kes dizane ku gelê Kurd jiyaneke di nava tecrîdê de qebûl nake. Wezîfeya me ya yekemîn ew e ku em moral û motîvasyona xwe bilind bikin. Çavkaniya bîrdoziya me her tim dibêje, ‘Şoreşger divê bi hêsanî nemirin, heta dawiyê li ber xwe bidin’. Belê em jî li ber xwe didin. Em dizanin ku hêvî û azadiya me li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, dîl hatiye girtin. Di dîrokê de yekemcar bi hezaran di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem bê dorveger de ji bo rakirina tecrîdê li ber xwe didin. Kes nikare bêje ku ev çalakî encamê nagire. Wê teqez bi ser keve. Ya rast çalakiya me encam girtiye. Li qada Newrozê bi herikbarîna gel, bi tevlîbûna gel, bi dirûşma jin û ciwanan serketin û xwedîderketin gihîşt asta herî bilind. Gel careke din got, ‘Em jiyaneke di nava tecrîdê de qebûl nakin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd tecrîdkirina me ye, em wê jiyanê qebûl nakin’. Yê ku di tengasiyê de ne, bi rastî ne em in. Yê ku bêçare maye, nizane çawa gavan biavêje AKP û MHP ye.

Hevalno;

Em niha gihîştin merheleyeke nû. Ji encamgirtinê re pir hindik ma. Lê em dixwazin ku hevalên me yên niha li zindanan çalakiya xwe dewam dikin, heta dawiyê jî bi moral bi coş di nava aramiyê de çalakiya xwe bidomînin.

Em ê çalakiya xwe bi ser bixin

Niha hevalên me çalakiyên fedayî pêk tînin. Heval Zulkuf, Ûgûr, Ayten. Ez bejna xwe li ber çalakiya wan ditewînim. Wan bi ruhekî fedayî xwest ku bêdengiyê bikişînin û rêya mirinê bigirin, wan ev çalakî li dar xist. Em dibêjin; jixwe çalakiyeke ku me dest pê kiriye heye, jixwe em di nava çalakiyê de ne. Em hatin merheleyeke nêz ku em encamê bigirin; gelî hevalan, divê em li derdora çalakvanan cih bigirin. Em çalakiyên nû nekin. Ev çalakiyên ku bi ruhê fedayî hatine kirin gelekî gelekî bi qîmet in. Lê belê weke me gotî, ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve gelek caran ev çalakî hatine nirxandin. Hatiye gotin, ‘Divê hûn ne mirinê, lê jiyanê bidin pêşiya xwe. Divê hûn ji bo jiyaneke bi rûmet berxwedana xwe bilindtir bikin, çalakiyên xwe cûrbecûr bilindtir bikin. Ne hema dawî li jiyana xwe bînin’.

Ez bikim nekim gelekî hestwar dibim, barê min girantir dibe, ez bi vî şeklî nikarim bimeşim. Ez ji hevalên xwe hêvî dikim ku ew jî bi van hestan tevbigerin û em ê çalakiya xwe bi ser bixin.”

 

AMED