FARUK SAKIK


Di 100 salên dawî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 83 rojnamevan hatine qetilkirin. Gelek ji wan qet nehatin ronîkirin û kiryarên wan nehatin dîtin. Herwiha hin bûyerên ku kujerên wan diyarbûn jî nehatin dadgehkirin. Di dîroka çapemeniya azad de pêşî, rojnamevan Cengiz Altun, li Êlihê hedef hate girtin û ji aliyên “Hêzên dewletê” ve hate qetilkirin. 

Êlih...

Salên 90’î her roj ji Êlihê agahiyên kuştinên kiryar nediyar dihatin. Hingê rêxistina kontra ku di nava xelkê de bi navê Hîzbul-Kontra navdar bû û ji aliyê dewleta kûr ve hatibû avakirin, welatparêz dikirin hedefa êrişên xwe. Li Êlihê danê êvarî bêdengî û tirs zêde dibû. Tariya kolanan rê li pêş kuştinên nediyar vedikir û mirov li kolanan dihatin kuştin. Hingê li vî bajarî kesek bi navê Cengiz Altûn jî nûçegîhaniya van kuştinan dikir. 

Cengiz Altun ji Êlihê bû. Dema ku sala 1968’an hat dinê dayika wî 8 zarok mezin dikirin, bav bi siyasetê mijûl dibû. Cengiz li Batmanê mezin bû, ji bo ku bavê wî bi sîyasetê mijûl dibû, wî jî bi zarokatiya xwe di nava komên şoreşgeran de cîh girt. Piştî xwendina dibistana serateyî, navîn û lîseyê, destpêka salên 90’î, salên wî yên zanîngehê destpê kir. Ji aliyekî ve diçû zanîngehê, li aliyê din jî di nav Partiya Keda Gel (HEP) de dixebitî.


Nûçegihaniya Yenî Ulkeyê

Di pêvajoya van xebatên xwe de hat girtin û nezikî 2 salan di zîndanê de ma. Piştî ku ji zîndanê derket cardin vegeriya nav xebatên xwe yê siyasî. Hingê Cengiz carinan diçû buriya rojnameya heftana ya bi navê “Yenî Ûlke” ya li Êlihê. Rojekê rojnamevan Xêredîn Çelîk jê xwest ku li rojnameyê nuçegihaniyê bike û Cengiz jî qebûl kir.

Dema ku Cengiz Altun ev mîsyon girt ser milê xwe, dizanibû ku li pêş wî rojên zor û zehmet hene. Cengiz, êdî li Êlihê rojnamevan bû. Bi heyecan bi cesaret dest bi nivîsandinê kir. Cengiz, wê demê bi ruhekê fedaî xebata çapemeniya azad meşand û her tim hewl da ku rastiyê ji gel re ragihîne. Cengiz ti caran ji xebata xwe tawîz neda.   

Rojnameya Yenî Ulke ku li dijî îdeolojiya fermî bû, bi îmkanên sînordar derdiket. Hingê di rojnameyê de nivîsandina peyva “Kurdistanê” jî qedexe bû.  Kurdistan wekî  “K.......”  dihat nivîsandin. Her roj li kolanan welatparêz dihatin qetilkirin. Rêxistina JITEM’ê li Kurdistanê her roj mirov direvandin û qetil dikirin. Şerê ku li Kurdistanê diqewimî, li derveyî mirovahiyê û hiqûqa şer bû. Cengiz bi israr bi ser vê rewşê ve diçû û kiryarên wan deşîfre dikirin. 

Nûçeyên Cengiz, di destpêkê de diçûn Cagaloglu û piştre jî ji wê derê derbasî berdestê xwendevanan dibûn. Cengiz nexasim jî bûyêrên “Hîzbul-kontrayê” yên li Êlih û Kurdistanê radigihandin.


Bû hedefa dewleta Tirk

Hêzên dewleta Tirk,  nedixwestin ku kirinên wan ên kiret eşkere bibin û êrîşî rojnamevanan jî dikir. Di destpêkê de erîşî ofîsên rojnameyê kir. Rojname qedexe kirin. Belavkirina rojnameyê asteng kir. Gelek doz vekirin. Lê israra rojnemevaniya azad dewam kir. Desthilatdarên Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de, li rê û rêbazeke din geriyan. Û biryar dan ku rojnamevanan bikujin. 

Gef li Cengiz xwarin. Di têlefonan de dengê çekan pê dan guhdarîkirin. Pêşî li xebatên wî girtin. Rojekê dema ku ji bo nûçeyeke kuştinên kiryarnediyar çû gundekî di navbera Êlih û Midyadê de ji aliyê eskeran ve hat binçavkirin. Di bin çavan de jê re gotin; “Dema ku em bixwazin em dikarin te ji holê rakin. Lê em ê vê yekê îro nekin. Ji bo ku îro me dema te bin çav kir hin kes bûn şahid.”  Di bin çavan de 4 rojan ma. Êşkenceyên mezin lê hatin kirin. Dema ew berdan, 15 rojan di nav nivînan de ma.

Cengiz li ser xefxwarinan 10ê Mijdara sala 1991’ê giliyê xwe gihand cem dozgeriya Êlihê. 22 Sibata 1992’an 2 tetîkêş hatin mala wî. Wê rojê Cengiz ne li mal bû. Ji xwedîyê malê pirsa Cengiz kirin û çûn. Li ser vê yekê êdî Cengiz dizanibû ku bi dû wî ketinê û hin tedbîr girtin. 23’ê Sibatê ji nûçeyeke li ser cerdevanan vegeriya û westiya bû. Wê rojê neçû ofîsê û li mal bîhna xwe veda. 

Sibeha 24’ê Sibatê, di berîkeke wî de nûçeya beriya bi rojekê û di berîka din de jî demançeya ji bo tedbîrê hebû. Meşiya, hat nêzî mizgefta Hecî Şirîn. 4 kontra derketin pêşiya wî. Bi çek bûn û di dest yekî de jî Kaleşnîkof hebû. Dest bi gulebaranê kirin. Cengiz dest avêt çeka xwe û paşê ket erdê. Hatin û ji nêzik de jî gule berdanê. Şahidan digot; di wê kêliyê de Cengiz li wan nêrî û keniya.


Êlih ji bo wî rabû ser piyan

Kujer bi motorsiklêt û taksiyekê dûr ketin, piştî wan polîs hatin. Hin kesan Cengiz nas kir û xwestin wî bibin nexweşxanê, lê di rê de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku cenaze birin nexweşxaneyê ji wê derê jî birin mizgeftê, bi hezaran mirov li baxçeyê nexweşxaneyê civiyan. Hevalê wî yê rojnamevan jî ber bi Êlihê ve birêketin.

Dewlet ketibû nav liv û tevgeran û zext li malbatê dikir da ku cenaze bi lez veşêrin. Nedixwestin ku merasim çêbe. Lê malbatê serî netewand. Di 25’ê Sibatê de cenaze ji mizgeftê hat girtin. Di destpêkê de birin ofîsa rojnameyê û piştre jî bi tevlîbûna 40 hezar mirovî cenaze li Goristana Karşiyaka hat definkirin.

Polîsan ji bo zêde însan tevlî merasimê nebin li her deverî bend danîbûn. Piştî merasîma cenaze 3 rojan li Êlih, Kercos û Kozlukê derabeyê dikanan hatin girtin. Rojnameya Yenî Ulke di hejmara xwe ya 1’ê Adarê de bi manşeta “Em ê bêdeng nemînin” derket. Bi giranî cîh da qetilkirina Cengiz û merasima cenazeyê wî. 

Hevalê Cengiz, Rojnamevan Hafiz Aydemîr jî di nivîsa xwe de sernivîsa “Kenê te azadiya min e” bikaranî bû.


Dewletê zextên xwe dewam kirin

Dewleta Tirk li şûna ku kujeran bigire, bi polîsên xwe erîşî mala Cengiz kir û dest danî ser  belgeyên rojnamevanên Ewrûpî derheqê kuştinên kiryarnediyar de kom kiribûn. Dîsa, dest danîn ser rapora êşkencekirina li Cengiz di binçavan de. Sê salan paşê, dema malbatê serî li dozgeriyê da û ev belge xwestin, bersiva; “di şewata avahiyê de hemû şewîtîne” hat wergirtin.

Piştî bi salan, kesekî bi navê Îsmaîl Emsen bi demançeyeke bê destûr di kontrolekê de hat girtin. Di encama lêkolîna balîstîk de derket holê ku demançe di kuştina Cengiz Altun de hatiye bikaranîn. Di îfadê xwe de ev kes li xwe mikur hat ku endamê Hîzbullaha dewleta Tirk a di nava gel de bi navê Hilbul-Kontra meşhûr e. Lê wî îdîa kir ku demançe ne ya wî ye û ya birayê wî ye.

Îsmaîl Emsen bi tenê ji ber sûcê demançeya bê-destûr hat dadgehkirin û piştî bi demeke kurt jî hat berdan. Birayê wî jî nehat girtin û dadgehkirin. Hîzbûl-Kontrayê bi xwe ji vê yekê cesaret girt û piştî Cengiz Altun, di salekê de 12 rojnamevanên çapameniya azad qetil kirin. Sal derbasbûn li ser navê Cengiz Altun li Êlihê park hat çêkirin. Û dîsa her sal li goristana Karşiyaka, heval, malbat û Kurd wî li ser tirba wî bi bîr tînin.

Bi kuştina Cengiz dewletê bawerî anîbû ku ev rojname wê dawiyê li weşana xwe bîne, lê wisa nebû. Piştî rakirina cenazeyê rojnamevanekî, hevalê wan nobet dewr digirt. Îro jî ev çanda çapameniya azad a li ser bingeha “şehîdên çapameniya azad” hatî afirandin, bê navber bi hin navên din xebatên xwe didomîne.