Ayşe Arslan (Têkoşîn Botî) di sala 1976’an de li gundê Sûskê yê girêdayî navçeya Dihê (Eruh) a bajarê Sêrtê hatiye dinê. Piştî dibistana seretayî û navîn, salek jî dibistana amadeyî xwendiye. Eyşe di temenekî xwe yê biçûk de tevlî xebatên têkoşîna azadiyê dibe. Lê dewleta Tirk destûr nade ku li gundê xwe bijîn û gundê wan di sala 1990’an de ji aliyê artêşa Tirk ve tê şewtandin.
Piştî şewitandina gund, malbat neçar dimîne ku koçî bajarê Edene bike. Bi şewtandina gund hêrsa Ayşê zêde dibe û hîn zêdetir tevlî xebatan dibe. Ayşê di sala 1994’an bîryar dide ku tevlî nava refên gerila bibe, lê dema dixwaze derbasî herêma Dersimê bibe, ji aliyê leşkerên Tirk ve tê girtin.
Girtin û êşkenceyên giran
Ayşe wexta tên girtin di wî temenê xwe yê biçûk de rastî îşkence û zilma dewleta Tirk tê. Hemû rêbazên îşkenceyê li hemberî wê didin bikaranîn. Ayşê ya ku hîna şopên wê îşkenceyê di canê wê de hene, weha behsa wê êşkenceyê dike “Ez mehekê li Elezîzê û piştre li Edeneyê di bin çavan de hiştim. Ji bo ku îradeya min bişikînin ez xistim nava lastîkên (tekerên) tirimpêlan û bi dehan saetan di nava cemedê de hiştim heyanî ku xwîn ji dev û difna min hat. Ez ne li ser hişê xwe bûm û min dît ez carekê li nexweşxeya dewletê ya Edeneyê me.”
Li girtîgehê 10 sal
Piştî ku leşkerên Tirk fêm dikin ew nikarin îradeya Eyşê bişikînin, wê derdixînin Dadgeha Leşkerî ya Konyayê. Dadgehkirina Ayşê heyanî du salan dirêj dike û di dawiyê de 15 salan cezayê girtinê didin wê. Piştre jî dişînin zîndana Sîwasê. Ayşê 10 salan di zîndana Tîpa E ya Sîwasê de dimînê. Di girtîgehê de fêrî zimanê Kurdî dibe, xwe di milê bîrdozî de kûr dike û fêrî hunera destan dibe.
Berê xwe da Kobanê
Ayşê di sala 2004’an de ji girtîgehê derdikeve û cihê xwe di nava xebatên Partiya Civaka Demokratîk (DTP), Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH), her wiha xebatên cûrbecûr de digire.
Piştî ku li hemberî Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê êrîşên çeteyan destpêkirin û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo Kobanê banga seferberiyê kir, Eyşê jî berê xwe dide Kobanê. Lê demeke kurt dimîne û nexweşiya pençeşêrê pêre dertê, ji ber vê yekê neçar dimînê ku vegere Bakurê Kurdistanê. Ayşê li hemberî pençeşêrê jî têdikoşe, lê xebata xwe berdewam dike.
6 mehan li ser sînorê di navbera Kobanê û Pirsûsê de tevlî nobeta piştgiriya Kobanê dibe. Lê vê yekê jî tehemûl nake û çawa ku Kobanê rizgar dibe, ew jî di meha Adarê de berê xwe dide Kobanê û tevlî xebatên asayîşê dibe.
NEHÎR PALE/KOBANÊ