Piştî ku rûs vekişiyan jî li Rojhilatê Kurdistanê di navebra sînorê bi Osmaniyan re û Gola Urmiyê de li Mehabad, Mako, Xoy, Qotir, Dîlman, Saqiz, Serdeşt, Banê û Bokanê, Urmiye û Selmas hikm kir.
Bi tesîra dostê xwe Seyîd Taha (kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî) fikra dewleta Kurdistanê qebûl kir û birêveberiyek saz kir ku weke destpêka serhildana Simko Axa tê qebûlkirin (5´ê Tebaxa 1922´an ). Lê belê nahiyeya Şahrikê ku paytexta wî bû, di demeke kurt de şikest û neçar ma biçe Silêmaniyê cem Şêx Mehmûd Berzencî. Simko Axa sala 1924´an bi şertê ku careke din serî hilnede destûr wergirt ku vegere Rojhilatê Kurdistanê. Simko Axa sala 1926´an careke din serî hilda û bajarê Selmasê kontrol kir. Hêzşn Riza Pehlewî ku hîna nû xanedanek damezrandibûn ew têk birin û Simko Axa pena xwe bir Bakurê Kurdistanê.
Sala 1928´an xanedaniya Pehlewî ragihand ku ew ê Simko Axa efû bike û xwest ku Simko Axa biçe Îranê. Sala 1930´î Simko Axa bi çend siwaran re çû Tebrîzê û bi merasîmekê hat pêşwazîkirin. Lê belê dewleta Îranê bi bêbextî Simko Axa û kurêwî Xusro kuştin û cenazeyên wan jî li Urmiyê teşhîr kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN