
Yek ji van 'gundê kon'an li Gundê Sazak a girêdayî Bajaroka Solakli ya Yuregîr a Edeneyê hatiye avakirin. Karkerên ku li wir bi cîh bûne û piraniya wan Kurd û ereb in, dê heta 6 mehan li wir bimînin û piştre jî koçî Anadoluya Navîn û Derya Reş bikin. Karkeran jiyana xwe dişibînin çinîna demsalan û didin zanîn ku jiyana wan jî tê çinîn.
Yek ji karkerên demsalê Sînan Kancan da zanîn ku ji sala 2007'an û pê ve tên Edeneyê û diyar kir ku ji ber koç kirinê derûniya zarokên wan xerab bûye, ji vê yekê ji perwerdehiyê sar bûne. Kancanê ku bavê 5 zarokan e, destnîşan kir ku bi salan e jiyana koçberiyê dijîn û wiha got: "Em neçar in ku zarokên xwe jî bi xwe re bigerinîn. Me gelek bajar û çand, mirov nas kir. Li hin cihan pirsgirêkên nijadî derdiket, ji ber ku em Kurd bûn, pirsgirêk derdiket. Mînak par em cara ewil çûbûn Derya Reş, ji ber ku pirsgirêk derket em neçar man û paş de vegeriyan. Ji ber ku zarokên me jî şahîdî van bûyeran dibin bi awayekî neyinî bi bandor dibin. Di hêla perwerdehiyê jî pirsgirêk dijîn. Perwerdehiya zarokên me nîvco dimîne. Ji ber ku em her car koç dikin, zarokên me jî neçarî dibistanên xwe diguherînin. Zarok, ji ber ku hînî dibistan û hevalên xwe yên nû nebûne, naxwazin biçin dibistanê. Ji perwerdehiyê sar bûne. Kurekî min heye 14 salî ye lê hîn diçe pola 2'emîn a dibistana seretayî. Her tim perwerdehiya wî nîvco ma."
Di konên ku li qeraxên zeviyan hatine avakirin de barê herî giran wekî her car dikeve ser milê jinan. Jinên ku ji aliyekî karên rojane dikin, ji aliyekî jî li zarokên xwe dinêrin. Dayika Berîvan Karli, diyar kir ku ji bo zarokên xwe hatine van deran. Karli, da zanîn ku di nava hefteyê çend rojan, diçin alikariya hevjînên xwe dikin û ji ber ku nikarin zarokên xwe deynin cihekî din, ji neçarî zarokan jî dibin ser kar. Karli, wiha axivîB: " Ji ber vê yekê gelek caran zarokên me nexweş dikevin. Pirsgirêka herî mezin jî ragihandin e. Dema zarokên me nexweş dikevin, em nikarin wan bibin nexweşxaneyê. Ev der, ji navenda bajêr gelek dûr e. Ji bilî vê ne dikan heye ne jî tiştekî din. Em pêdiviyên xwe nikarin bistînin. Lê cardin jî em dibêjin, bila zarokên me birçî nemînin, bes e. "
DÎHA/EDENE