Di belgefîlma Elmas de çîroka bûkên biçûk yê 13-14 salî, jinên ku ji ber zextên malbatên xwe direvin, jinên ku bi kesên mezin re tên zewicandin û her wiha yên ku bi pereyan tên firotin cih digire. Elmas bi vê belgefîlmê armanc dike ku ev zewac zarokên biçûk tîne çi rewşê. Elmas dixewaze dayîk û bavên ku zarokên xwe zû dizewicînin vê belgefîlmê temaşe bikin.
Belgefîlma ku pirsgirêka herî sereke ya Tirkiyê vedibêje 'Evcîlîk' cara yekem doh di çarçoveya 11'emîn IF ya Mîhrîcana Fîlman a Serbixwe ya Navneteweyîde hat pêşandan.
Derhêner Bîngol Elmas diyar kir ku wê fîlma bi navê "Evcîlîk" û belgefîlma bi navê "nameya min bo Pîpayê" kirî divan çîrokên zarokên ku di temenê 13-14 salî de tên zewicandin û bi zorê tên zewicandinê cih digirin. Derhêner Elmas da zanîn ku heya ku min xwe gihandiye bûkên biçûk 2 salan meşandiye û wiha berdewam kir: "Ez hizirîm ku rasterast li gel min naxivin ji ber wê min li bajarên cuda cuda bi riya mirovên nas û pisporên xizmetên civakî dixwazim xwe bigihînim bûkên biçûk." Elmas destnîşan kir di belgefîlmê çîroka yek jê li Almanyayê bi giştî 4 bûkên biçûk vedibêje. Ev ne tenê pirsgirêkeke li herêmekê tê jiyan e. Ez dixwazim pirsgirêka Tirkiyê bê dîtin.
Elmas bal kişand ser Belgefilmê û wiha berdewam kir: " Karekterê sereke yê belgefîlm şîzofren na ku bi bavê xwe re jiyan dike û pirsgirêkên aborî û li hemberî bêaramiyê tehemula wê hema û di 12 saliya xwe de ji malê reviya. 2'emîn bûka biçûk dema li gel hevalên xwe kirîn û firotinê dike û dema ku yekî ji malbata xwe dibîne ji tirsan direve û piştre tê zewicandin. Ya 3'emîn jî karekterê ji zarokatiyê û şûn de bi hêviya " Alman" tê mezinkirin û bi tu awayî alternatîfekê nadin bûka biçûk. Karekterê 4'emîn zilamekî 40 salî dema ku hevjîna xwe winda dike keça bûka biçûk ya 14 salî difiroşin."
DÎHA/STENBOL