Karkerên ku li ber destan û di bin pêpelokan de dixebitin, her wiha karên tekstîlê dikin di nava talûkeyek mezin de xebatê dimeşînin. Li Stenbolê Kurdên xizan û betal ji bo kar bikin û di qada aborî de li ser piyan bibînin têkoşînek mezin didin. Kurdên li Stenbolê betal bêtir karên li ber destan û karên tekstîlê dikin. Karkerên ku her rojê di navbera 1-15 saetan de dixebitin temenê wan 14 û 50 salî ne. Bi piranî çîrokên van karkerên bê ewle dixebitin jî dişibin hev. Piranî Kurdên an koçber bûne, an gundê wan vala bûye û an jî ji ber şer û pevçûnên herêmê hatine li Stenbolê bi cih û war bûne. Kurdên ku li semtên Sultangazî, Maltepe, Gazîosmanpaşa, Esenyurt, Bagcilar û gelek cihên din dijîn di nava şert û mercên pir giran de dijîn û neçarin karên giran û bê ewle bikin.

Ji ber pirsgirêka debarê...
 Ji karkerên di bin pêpelokan ên tekstîlê de dixebite Ercan Turk, diyar kir ku ji bajarê Kirşehirê koçî Stenbkolê kiriye. Ercan, anî ziman ku ji ber pirsgirêka aboriyê hate Stenbolê û 3 zarokên wî hene. Encan, da zanîn ku ji sala 1984'an û şûnde li virin û wiha got: "Em di xaniyê kirê yê bê sobe û ceyran de dijîn em pir zor û zahmetiyan dikişinin. Her ku diçe lêçûnên me zêde dibin, lê hatina me kêm dibe."

Karkerên zarok
Ji karkerên tekstîlê yên li ber destan dixebitin Menekşe Gursu û Ekrem Azbey jî diyar kirin ku ji ber xizaniyê nikarin biçin dibistanê. Zarokên 16 salî roje 12-15 saetan dixebitin û debara malbata xwe dikin. Azbey anî ziman ku li atolyeya tekstîlê karê utuyê dike debara malbata xwe dike. Zarokê 16 salîe Gursu jî anîziman ku biçûkê malê ye û ligel vê yekê piştgiriyê dide debara malatmê. Gursu ku ji Mûşê û Kurd e da zanîn ku ji ber tunebûnê hatin Stenbolê.

'Dê heta kengî bi vî rengî bimeşe'

Ji welatiyê bi navê Umut Ozturk, ku debara malbatê dike û li 6 xuşk û birayê xwe dinere, anî ziman ku bavê wî betal e u wekî birayê mezin ê malbatê debara malbatê li ser piştna wî ye. Ozturk, da zanîn ku rayedarên dibêjin aboriya Tirkiyeyê baş dibe divê bên li vir rewşa karkeran bibînin û pişt re biawivin. Ozturk, bertek nîşanî hikûmeta AKP'ê da û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê saxbe bi xêra AKP'ê êdî jiyan li me herimî û jiyan li me qediya. Ev 3 mehin min kirêya xaniyê xwe nedaye.

'Kes ji halê kesî fam nake'

Welatiyê bi navê Hakan Aslan jê ji Bedlîsê ji ber şer û pevçûnê hatiye Stenbolê jî ji bo debara malbatê bike û xwe li ser piyan bihêle, ji neçarî di karê tekstîlê de dixebite. Aslan, anî ziman ku di biçûkantî de ji neçarî ji gundê xwe bar kirin û hatin Stenbkolê. Aslan, da zanîn ku piştî hatin Stenolê jî ji ber xizaniyê neçû dibistanê. Aslan, da zanîn ku di nava van şert û mercan de jiyan pir xerab e û kes halê hesî napirse. 

DÎHA/STENBOL