Sezen Aksu li ser rewşa dawî ya li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê ji rojaneya Cumhuriyêtê re nivîsand.

Aksu, di nivîsa xwe de li hemberî qedexeya derketina kolanê, zexta koçberiyê û komkujiyan vê pirsê dike: “Li Sûr, Kerboran, Nisêbîn, Silopî û Cizîrê destûrên bijîşkan tê betalkirin, ji nexweşxaneyan re tê gotin ku amadekariya tedbîrên taybet bikin, agahiyên sewqiyata polîs û leşkeran tê ji herêmê, mamoste ji bajar û navçeyan tê dûrxistin. Çima? Çi dibe? Dê çi bibe? Divê em xwe amadeyî çi bikin?”


‘Rojhilatê welat cihê şewatê ye’

Aksu, di nivîsa xwe de balê dikşîne ser çapemeniya şer a ku bi fermana hikumeta AKP’ê tevî leşker û polîsan şûr û mertal girêdayê û vê pirsê ji medyayê dike: “Em difetisin, rojhilatê welat cihê şewatê ye, mirov dimirin. Bajar, gund, sikak, dibistan, nexweşxane, mal, ocax bi erdê re bûne yek. Tiştên ecêb li wir dibe. Gelo tiştên wisa tê jiyîn ku dema em bibihîsin em ê ji ber giraniya barê wê xwe ji pirekî bavêjin? Û em çiqas digihin agahiyên rast?”


‘Rêyeke heye’

Aksu, di nivîsa xwe de jî ji bo demokrasî û çareseriyê banga diyalogê dike û bi van gotinan dawî li nivîsa xwe tîne: “Riya mirovbûne, ne bi zimanê şiddetê, bi diyalogê

bi tevgera hevpar derbas dibe. Riyeke heye: Jiyîn û jiyandin...”


STENBOL