Keats di nameyekê de ji birayê xwe yê ezîz, George re gotina xwe ya dîrokî jî nivîsî: “Ez pê bawer im ez ê piştî mirina xwe tevî helbestkarên Îngilîz bibim.”
Helbestkarê Îngilîz ê navdar ê yek ji girîngtirîn pêşengên serdema helbesta romantîk a Îngilîzî yê ku helbesteke firawan û rewanbêjiyeke mişt bi hêmayên cîhana Yewnanî di temenê xwe yê kin hilda.
Keats sala 1795’an li Edmontona nêzîkî kevnebajarê û paytexta Îngilistanê, li Londonê ji dayîk bû. Di sala 1804’an de, bavê wî û piştî bavê bi demeke kin jî dêya wî mir, jê û pê ve li gel xwîşk û birayên xwe kete binê baskên yekî dilhişk. Vî kesî paşê destê xwîşka wî ya ku li ber dilê Keats ezîz bû ji destê Keats kir. Tevî vê yekê, Keats perwerdeyiyeke baş girt. Hê di heyna xwendekariya xwe de dastana Æneid a Vergilius wergerande Îngilîzî, hê ji wê hingê ve nîşan da ku wê bide dû kelepora mezin, ku para Chaucer, Sidney, Shakespeare, Alexander Pope û John Milton tê de pirr û gelek e. Sala 1810’an, wî li ba cerahekî di dermangehekê de dest bi staca xwe ya bijîşkiyê kir, di 1816’an de jî dev ji karê xwe yê di nexweşxaneya bi navê Guy’s Hospitalê de berda da ku yekcar xwe bide xwendinê û nivîsîna helbestan. Leigh Hunt, ê ku berhemine wî yên pêşîn çap kirin, bi wî re bû alîkar. Di Adara 1817’an de, dîwana wî ya pêşîn a bi navê Poems (Helbestekan) hate belavkirin, lê weşanên wê hingê, nemaze Blackwoodê, êrîşeke dijwar birine ser Keats, wekî qaşogiravî zimanê Keats zêde zêde bi xeml û xêz û bilindgo ye. Keats ji van êrîşan êşiya, lê neda paş û pêş, di nameyekê de ji birayê xwe yê ezîz, George re gotina xwe ya dîrokî jî nivîsî: “Ez pê bawer im ez ê piştî mirina xwe tevî helbestkarên Îngilîz bibim.”
Dema ku helbesta wî ya dirêj, Endymion hate weşandin, kovarên bi navê Blackwood û The Quarterly Review li wî hatin xezebê. Pê re jî, destê wî du birayên wî qetiya; George xwe girê da, koçî Emerîkayê kir, di meha Berfanbarê de jî, Tom mir. Paşê Keats la belle dame sans merciya xwe ya navdar, jina bi navê Fanny Brawne nas kir û heta mirina xwe bi hesteke têkelê xweşî û janê ji wê hez kir. Ev evîn jî yek ji wan evînên navdar e di dîroka Wêjeya Cîhanê de.
Îro ro, civata helbesta gerdûnî pak pê dizane ku Keats ne bi tenê bi risteyên dawîn ên helbesta xwe ya bi navê Ode On A Grecian Urn (Xezel Li Ser Guldankeke Grekan) ve, ku dibêje,
“ "Bedewî rastî ye, rastî bedewî ye," – tev ev e her kat
Tu li dinyayê bizanî, hemû tiştê divê bizanî jê û pê de.”
her wiha bi gelek helbestên xwe yên dirêj û kin ve navê xwe li bircên helbestkariya cîhanê kolaye.
Keats di 23’yê Reşemeya 1821’ê de li Îtalyayê, li Romayê ji ber jana zirav, hê 26 salî, jiyana xwe ji dest da û termê wî li wir hate veşartin. Ciyê ew lê mirî îro Mûzexaneya Keats-Shelley e, ku dûrebîniya helbestkarekî gewre rast derket, Keats piştî mirina xwe bi demekê bi rastî jî tevî kelepora xwe ya mezin, tevî helbestkarên Îngilîz û cîhanê bû.
Li dû wesyeta wî, li ser kêlikê gorra wî wiha hate nivîsîn: Here lies One Whose Name was writ in Water (Li vir veşartî ye Yekî Ku Navê Wî li Avê Hate Nivîsîn)
* Nîşe: Ji bo ku zanyariya der barê arşîva xebatên min ên wergerê de li vir tomar bibe, ji 1995'an heta niha min 120 helbestên John Keats ji Îngilîzî wergerandine Kurdiya Kurmancî û ev hê jî wekî pirtûk nehatine weşandin. (K. N.)
Bo Hêvîyê
Gava ku ez li ber bixêrîya xwe ya dilguvêş rûnêm ji xwe re,
Û hizrên nexweş min dorpêç bikin tevî xeleka xeman;
Gava ku çu xewnên şêrîn li hev neyên û neçin di ber ‘xeyal’a min re,
Û xozana hişkebeyar a jînê venede çu gul û sosinan:
Hoy Hêvîya delal, xweşbêhna esmanî li ser min biwerîne,
Û per û baskên xwe yên zîvîn li ser serê min bijenîne.
Çi gava ku ez sergerdan bim, danê êvarê,
Li warê ku çiqlên gumreh ber pertewa geş a heyvê digirin,
Heke Bêzarîya cîyê kovanê ponijanên min bitirsîne, wan bike averê,
Û rû tirş bike da ku berederî bike Şadîya şêrîn,
Tu raçav bike tevî tîrêjên heyvê di nava sîwana peldar re,
Û dûr bigire wê Bêzarîya dilkevir a ku mereqdar e.
Eger bê û Dilşikestin, ew maka Bêhêvîtîyê,
Bo keça xwe bê xîretê ku desteser bike dilê min ê terkexem;
Gava ku, wek ewrekî, ew hilde çap bike hewayê,
Li kar be ku daberize nêçîra xwe ya şeyda bê rehm:
Hoy Hêvîya delal, sûret î geş, tu bide ser pişta wê,
Û wê bitirsîne çawa ku beyanî ditirsîne şevê!
Çi gava ku feleka wan ên li ber dilê min delal
Çîrvanokeke diltezîn bibêje dilê min ê qutîya tirsan,
Ax Hêvîya rû û dil geş, tu şên bike xeyala min a bêhal;
Şêrîntirîn xemrevînîyên xwe bo gavekê bi deynî bide min, hema wisan:
Nûr-nedera xwe ya ji Şems zeyinî li dora min biwerîne,
Û per û baskên xwe yên zîvîn li ser serê min bijenîne!
Eger bê û heza bedbext agirê kulê berde dilê min,
Çi ji bav û kalên xedar be, çi ji bedewa dilkevir a revê;
Ax ez nebêjim, ev kar lap pûç e, nehêlî ev yek bê dilê min,
Heke tevî axînkêşana min şi'êr bidêrine hewaya nîvê şevê!
Hoy Hêvîya delal, xweşbêhna esmanî li ser min biwerîne,
Û per û baskên xwe yên zîvîn li ser serê min bijenîne!
Bi maweya rêzeqewamên dirêj ên salên ku lev bibin gelwaz,
Nehêle, ez nebînim ku rûmeta welatê me bişikê:
Ax, bihêle bibînim ku xaka me biparêze gîyanê xwe yê baz,
Şanazîya xwe, azadîya xwe; ne ku azadîya li ber şikê.
Ji awirên xwe yên geş rewşena derasayî biwerîne –
Bila per û baskên te bibin sêla esmanî li ser serê min e!
Ez nebînim wesyeta gewre ya nîştimanperweran,
Azadîya gewre! ku çendî gewre ye tevî cil û bergên bê xeml û xêz!
Serwerîya çepel a qesr û dîwanekê ew kiriye dêran,
Stûyê xwe xwar kiriye, lê ye ruh jê bikişe bi xîzexîz:
Lê ez bibînim ku tu ji jorê de serejêr bidî per û baskan,
Ên ku bi şemala zîvîn tijî dikin her heft perên esmanan!
Û bi şikûdarîya bi çîk û çirûsk, çawa ku stêrkek
Hildide zêravî dike lûtkeya geş a ewrekî tarî;
Ji dûr ve diteyisîne rûyê nîv xêlî kirî yê esmanê tek:
Wisa, ku barana hizrên tarî li gîyanê min ê bendewar barî,
Hoy Hêvîya delal, hukmê xwe yê pîroz li dora min biwerîne,
Per û baskên xwe yên zîvîn li ser serê min bijenîne.
Reşeme, 1815
Li Ser Navdarîyê
I
Navdarî, şibhetê Keçeke serhişk, dê hê jî naz û tûzan bike
Li wan ên ku pirr bi tepeserî stûxwar, xwe xweş bikin bi wê,
Lê tu were, ew xwe radestî Kurikekî qeşmer î dera hanê dike,
Û dibe şêt û şeydaya dilekî aza ji xof û sawê;
Navdarî Romanîyek e, ew ê neaxêve li gel wan
Ên ku hîn nebûne bê ka çawa bêyî wê bibin xweşhal;
Yara derewîn e, kesî devê xwe bi kurtepist nekirî guhê wê çu caran,
Ya ku dibêje qey xelqê devbelaş xeybê wê dike her hal;
Romanîyeke xwerû ye ew, ku ji pişta Nilus ketiye,
Dişa Potipharê dilreş î çavnebar e;
Lo Dengbêjê sewdaser! ew erzşikên e, rûmeta wê bike kûtê sê ye;
Lo Hunermendê bi derdê dil ketî! tu dîn î, ev ne ti kar e!
Ji wê re baştirîn serçemandina xwe bike û bibêjê, bi xatirê te,
Wê hingê, heke ew ji vê yekê hez bike, ew ê bi xwe bide pey te.
II
“Agir û av, gur û mî li ba hev nabin.” – Gotina pêşîyan.
Mirovê ku nikare bi xwînsarî berê xwe bide
Rojên xwe yên nemîn, îcar çawa jî dibe dilalav,
Ew ê ku hemû pelên kitêba jîyana xwe tev dide,
Û dereve dike navê xwe yê zerîf ê ciwanîya çûyî av û av;
Tu dibêjî qey divê gul xwe bike talan û tajan,
Yan jî şilora gihiştî biniçîne kulîlka xwe ya mijê girtî ser,
Weku Naiadek, mîna perîyeke şelûfk e nestrî,
Divê şikefta xwe ya pak şêlî bike bi diltengîya jehr,
Lê gul pelan digire bi saya serê kelem û strî,
Da ku ba wê ramûsin û xwedî bibin mêşhingivên berhemdar,
Û şilora gihiştî dîsa jî dikeve dilqê xwe yê rengzerî,
Ku deryaçeya asûde jî gera belorî hebe,
Nexwe mirovê ku ji bo rûmetê li cîhanê tinazker be
Bo çi rizgarîya xwe bilewitîne ji bo şaşbawerîyeke hov û dijwar?
Sone
Ax! çendî ez hez dikim wekî êvara havîneke xweş,
Çaxa ku dadirijine rojavayê zêrîn şîpên ronahîyê yên boş,
Û li ser pişta bayên xerbî yên tînşîr vedihisin xamoş
Ewrên zîvîn, bi dûr – zehf bi dûr bikevim keş bi keş
Ji hemû şayîşan, û bi xweşîyê şa û hênik be dilê min,
Aza bim ji xemên tewş; da ku lê bigerim bi kêfa dil,
Bibînim çolwarekî bêhnxweş, bedewîya Siruştê kirî berg û cil,
A li wir dikeve ber bayê kêf û zewqê gîyanê min.
Li wir kela dil li min radibe li ber kelama nîştimanperwer,
Diponijim li ser feleka Milton – li ser darbesta Sydney –
Ta ku dilqên wan ên awirbaz berceste dibin li hişê min:
Dibe ku jî li ser baskê Helbestê ne, li bala ne bi fir û ger,
Gelek caran dibarînin hêsireke çêjmey,
Gava ku kovaneke xweşawaz dibe nivişt li çavê min.
Sone
Bo Banûyên Ku Ez Tac Wergirtî Dîtim
Ka li vî Serzemînê bê ser û bin çi heye, ka,
Ku ciwantir be ji Zerzengeke ji dara defneyê?
Dibe k’ Xermaneyeke l’ dora Heyvê – şadîyek ji şadîyê
Ya ku bi bazineyî tê ji sê cotên şêrîn ên Lêvên şa;
Dibe k’ jî hûn ê hildin bibêjin, bişkivîna xunavî, ew ha,
Ya Gulên beyanîyê – pêlikên ku bi tewrê nazikîyê
Werîyayî ber sîngê Halcyona li ser Deryayê –
Lê ev Berawird bi kêrî pênc qurişan jî nayên ha –
Nexwe gelo çu tiştekî hinde bedew nîne di cîhanê de?
Firmêskên zîvî yên Nîsanê? – Nûciwanîya Gulanê?
Yan jî Xizêrana ku henaseya jîyanê dide minminîkan?
Na – çu yek ji van neşê pişta ya min a guzîde
Bîne Erdê – hêşta ew ê her û her deynê
Rêzgirtina Berz bide çavên we yên xunkarên xunkaran.
Sone
Bo Fannyyê
Bextê xwe xera meke – rehme – hez! – ay, hez bike!
Çu devdostîyê nake evîna dilovan,
Evîna bê dek û pîk li cîyekî dihêwire, ne revok e,
Bê rûpoş e, bûktîyê nake – çilka zêrê buhagiran!
Hoy! tu têk de ya min be, – pê ve – pê ve – bibe ya min!
Ew bejn û bal, ew erda şepal, ew çêja kurmal a delal
A evînê, ramûsana te, – ew dest, ew çavên ku zor ciwan in,
Ew sîng û berê germ, çîlspî, bişemal, zozanên bêbalûpal, –
Xwe – rewana xwe – tevî pîyarîya xwe, bide min hemûyan,
Pirîska pirîskê texsîr meke, yan na ez ê bimirim,
Yan jî dibe ku nemirim, bibim bendeyê te yê dêran,
Li nava mija korewarîya bêxêr, guh nedêrim
Mexsed û mirazên jîyanê – kam û heza zêhna min
Winda bike bayê xwe yê dijwar, kor be bengînîya min!
Sone
Bo Homeros
Ji xwe re sekinîme mitîmat û bê hay ji Felekê,
Salixên te û yên Cycladean dibihîzim hûr hûr,
Wek kesekî ku rûnê li peravê û, te dî, bikişîne keserekê
Ku biçe dîtina mircana delfînan a li binê deryayên kûr.
Wisa ye, tu nebîna bûyî; – lê paşê xêlî hate vedêrandin,
Jove perdeya Biheştê rakir ku tu bijîyî, bikî starê,
Û bi destê Neptune bo te reşmaleke kefikî hate afirandin,
Pan jî kir ku kewara wî ya daristanê bo te stranan bistrê;
Erê, erê, şewq û şemalê girtiye ser peravên tarîyê,
Û kendalên kûr xûzî ser mêrgên xam bûne ji xwe re,
Şev nîvê şevê, beyanîyek peyda bûye, dibişkive li wê,
Bînayîyeke sê carî xurttir heye bi nebînatîya baz re;
Te bînayîyeke wisa hebû, weku wextekê hatibû serê
Dianê, Keybanûya Rûzemîn, Biheşta li jorê, Dojeha li jêrê.
1818 1848
Sone
Bo Çemê Nîl
Hoy kurê çîyayên heyvê yên kal î Efrîqayî!
Serdarê Ehraman û Cirnîsan!
Em te berdar dizanin, tam wê gavê, dîsan,
Beyabanek dadigire dûringa bînayîya me, ya navxweyî;
Hoy nêrevanê neteweyên qemer ji qal û belayê de,
Tu bi wî çendî berdar î? yan tu dikevî binê
Yên wisa ku te rûmetdar bikin? yên ji kêferatê, yên hanê,
Jihalketî, sekinî bo maweyekê di navbera Qahîre û Decanê de?
Lo belkî şeydayîyên razbar biaxifilin! teqez dixafilin her;
Ew nezanî ye, ya ku çêdike dêriseke bejî
Ya hov a dirrinde, tu yî hûr hûr xunavê dibarînî ser
Kanîzilên hêşîn mîna robarên me, û tu çêjê werdigirî jî
Ji kewa berbangê ya kaw, te navrokên hêşîn jî hene li ber,
Bi wî çendî jî bi şadî ber bi deryayê ve dixarî jî.
Sone
Ku Min Cara Pêşîn Çav Li Homerosê Chapman Gerand
Min li gelek welatên zêrîn kir ger û geryan,
Gelek dewlet û şahînşahên ‘ezîm dîm;
Li derdora gelek dorgeyên rojava hêwirîm,
Ku tê de dengbêjên dilsoz li ber Apollo digerîyan.
Zor caran ji min re salixê asiwana balûpal dan,
Li kê derê Homerosê dûrebîn fermanrewa bû;
Belam min çu carî berzîtîya wê ya xwerû hilnemêtibû
Ta ku min bihîst şûrê şora Chapman da olan:
Paşê min xwe fena yekî çavnêrê esmanan seh kir
Wek gava ku bikişe biçe nava dîmena xwe felekeke nû;
Yan jî nola Cortezê dilêr, gava ku xwe eylokî kir
Û awir kuta Pasîfîkê – û peyayên wî hemû
Li hev û din nihêrîn bi ramaneke har û dirr –
Li ser lûtkeyeke li Darienê, bê deng û beng hemû.
Rezbera 1816’an 1816
Sone
Ku min rûnişt Şah Lear careke din xwend
Hey Serpêhatîya zimanê wê zêrîn, saza wê asûde!
Syrena kimşikbedew, Keybanûya dîyarên dûr!
Berde sazkirina awaza li ser vê roja sar û sur,
Bigire devê rûpelên xwe yên kevnar, kerr û mit be, de:
Bi xatirê te! lew min divê careke din li ber berhevdana dijwar
A li navbera malkambaxîyê û gewdeyê bi coş û peroş
Bisojim sertaser; careke dîtir hê bi nefsbiçûkîtir, bi xuroş
Daweşînim tehleşêrînîya vê fêqîya Shakespearewar:
Lo Helbestkarê Pêşeng! û hûn ewrên Albionê,
Bavê û makên babeta me ya şax û dax dayî û nemir!
Dema ku min xwe berda nava Daristana berûyên pîr a hanê,
Ez sergerdan nebim di xewneke bêber de, li min nekin xedir,
Lê, eger hat û êgir ez sotim û tev kirim xwelî û arî,
Baskên nû yên Sîmir bidin min ku dadim vîyana xwe bi harî.
Rêbendana 1818’an