Jûdovanê Kurd li Rûsyayê bû şampiyon
Ciwanê Kurd ê ji Rûsyayê Şaxbazov Rûslan tevlî pêşbirka ciwanan a Ewropayê bû û di beşa giraniya 100 kîloyî de bû şampiyon. Şaxbazov Rûslan sala 1996’an li herêma Krasnodar a Rûsyayê ji dayik bû.
Rûslan ku ji malbateke welatparêz e, di zarokatiya de bala wî çû ser jûdoyê û dest bi perwerdeyê kir. Sala 2011’an di tûrnûvaya xwendekarên Rûsyayê de bû yekemîn û bi vî rengî karyera wî dest pê kir.Rûslan ê 22 salî hevrikê xwe têk bir û xelata zêrîn bi dest xist.
Rûslan heta niha di gelek pêşbirkên ciwanan de 5 caran xelat bi dest xistiye. Tevî vê yekê cihê xwe di nava rêz Yekemîniyên Ciwanên ji 21 salî biçûktir ên Cîhanê de girt.