Bi senaryoya Firat Başkale, li Serhedê filmek tê çêkirin. Film bi zimanekî trajî-komîk behsa jiyan û çanda Kurdan dike. Filmçêkerên ”Ka Aqil”ê dibêjin, çêkirina filman li Bakurê Kurdistanê gelekî zehmet e û tenê bi gelek fedakariyan dibe.

Axir derhêner ê ji Rojhilatê Kurdistanê Elî Rêzvanî xwe daye ber derhînana filma ji senaryoya Firat Başkale. Firat başkale di filmê de lîstikvane jî. Başkale îşaret bi zext û heqareta li çand û zimanê Kurdî li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê kir û xwest Kurd li ”çanda xwe ya qedîm û bêsînor” xwedî derkevin. Wî çêl li navê senaryoya xwe jî kir û banaga vegera ji ”bêaqiliyê” kir.

Firat Başkale beriya bi du salan dest bi nivîsandina senaryoya filma Ka Qail kiriye û ji bo filmê dibêje, ”Gelek hunermend û derhênerên ku Kurd in, tên Wanê, diçin bajarên Kurdistanê bi Tirkî karan dikin. Ev yeka hanê min gelekî nerehet dike. Çawa ku ji sedî 70´yê hunermendên Kurd bi Tirkî stranan dibêjin.”

Jixwe, Firat Başkale vê rewşê weke ”bêaqilî” bi nav dike.

Da ku çand xizmeta xwe bike

Derhêner Elî Rêzvanî ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye, heta niha teqrîben di 124 filman de kar kiriye û dibêje, gelek kêmasî û astengî hene, lê ew bi hevkarî û dilsozî encamên baş bidest dixin.

Derhêner û Sînemager Elî Rêzvanî wiha dipeyive: ”Li vê erdnigariyê çandeke dewlemend heye, her kes tê jê sûda xwe digire û diçe. Em ê jî hewl bidin ku çanda vir xizmeta xwe bike.”

Qonaxa ceribandin û perwerdeya lîstikvanan bi dawî bûye û meha bê dîmen tên girtin.

 

WAN