Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk bi diruşma “Ka em biçin navenda çandê”, şahiyek hunerî ji şêniyên bajarê Qamişlo re li darxist. Şahî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê bi tevlîbûna dehan şênî, endamên Yekitiya Hunermendên Herêma Cizîrê û Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk, pêk hat. Armanca Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk ji pêkanîna van şahiyên heftane ew e ku huner û foklora kurdî bi şêniyan bide nasîn. Di şahiyê de, koma Sazkar a Stranan, koma Bala ya Foloklorê, koma Şehîd Welat a Govendê, Koma Botan a Stranan û koma Nûpelda ya Stranên folklorî, berhemên xwe pêşkêş kirin. Her wiha henermend Ridwan Dêrikî û Sîpan Xelat di şahiyê de amade bûn.
QAMIŞLO