Hêzên ser bi PDK´ê 27´ê Hezîranê li navenda bajarê Başûrê Kurdistanê avêtin ser mala rojnamevan Qehreman Şukrî û ew birin nezaretê. Piştî şehîdkirina sivîlan û veşartina cenazeyên wan PDK´ê hem dest werdabû xwepêşandana welatiyan û hem jî gelek kes kiribûn nezaretê. Rojnamevanê ciwan beriya niha jî di dema serhildana Şêladizê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a 15´ê Çileyê 2015´an de hatibû girtin û piştî 22 rojan li ser zexta xelkê hatibû berdan. Hêzên PDK´ê ji dayika Qehreman re vê carê gotin, "Îşê me 5 deqîqeyan bi Qehreman heye." Kemal Çomanî ev gotina wan pêr bi bîr xist û got, "800 pênc deqîqe bihurîn, lê Qehreman venegeriya mala xwe." NAVENDA NÛÇEYAN