Yek ji qesrên herî bi îhtîşam ên serdema antîk li paytexta Axamenîşan e. Navê wê weke Persopolîs bi yewnanî para bêhtir tê hildan. Li ser dîwarên hundir û derve yên qesrê gelek xemlên ziyafetan hene. Di yekê ji kevrên rolyef li ser, mirov kesekî dibîne ku radihêje kahrikekê û dibe kêrê. Yanî ew kahrik wê ji bo ziyafetê bê serjêkirin. Ev rolyefa ji sedsala 5´an beriya mîladê, li ser kevrên kilsînî hatiye verotin. Ziyafeta ku wê bibe jî gelekî muhtemel e ku ji bo Newrozê be. NAVENDA NÛÇEYAN