BIRYAR MIHEMED / ROJNEWS/HEWLÊR

11 kursiyên Parlamena Herêma Kurdistanê ji bo pêkhateyên olî û neteweyên din hatine veqetandin. Lê tevî ku Kakeyî yek ji pêkhateyên olî yên Herêma Kurdistanê ne, heta niha Kakeyî ji vê yekê sûd wernegirtine û ti kursiyek taybet ji bo Kakeyiyan nehatiye diyarkirin.

Endamê Hevpeymana kêmiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê Receb Kakeyî derbarê beşdarîkirina pêkhateyên olî û neteweyên din yên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê axivî.

Receb Kakeyî diyarkir ku li Herêma Kurdistanê pêkhateyên olî wek pêwîst, nikarin beşdarî proseyên siyasî û hilbijartinan bibin, ev jî ji ber astengiyên aliyan pêk tê.

Receb Kakeyî di dewamê de bal kişand, ser parastina mafê pêkhateyan yê di hilbijartinan de û got, divê navendên taybet ji bo kêmiyan bên diyarkirin û lîsteyek a qeydkirina dengên taybet ji bo pêkhateyan hebe. Kakeyî destnîşan kir ku heger ev yek pêk were, dengên pêkhateyan wê ji bo aliyên din neçin û yê aliyên din jî ji bo pêkhateyên cûda neçin.

Pêkhateyan daxwaz nekiriye

Berdevkê Komîsyona Bilind ya Serbixwe a Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê, Şîrwan Zirar li ser vê yekê got, heger pêkhate daxwaza lîste û navendeke taybet bikin, wê demê divê Parlamentoya Herêma Kurdistan qanûna hilbijrtinê nû bike û di qanûnê de biryarekê zêde bike.

Li Herêma Kurdistanê 11 kursiyên kota ji bo pêkhateyan hatine diyarkirin, li gorî vê 5 kursî ji bo Tirkmenan, 5 ji bo Kildaniyan û yek jî ji bo Ermeniyan hatiye diyarkirin. Ev rêje çend zêde bibe û beşdarbûneke zêde jî bê kirin, heman hejmar nayê guhertin û her 11 kursî ne.