
Halît di revîrê de dimîne
Tekîn li Tirkiyeyê Girtiyê herî kale, 4 sal û 6 meh ceza lê hatî dayîn her çendî li ber vê cezayê rabûye jî dîsa nehat berdan. Pergala dadmendiyê li Tirkiyeyê di pêkanîna edeletî de standardê cot pêktîne. Ji bo ku erbakan nekeve girtîgehê zagon derxistin lê ji bo Tekîn neyê berdan bibiryarin ev kirin di hişê mirovan de pirsan avadike. Neviya Tekîn, Arzû Karaman diyar kir ku kalikê wî di bin şert û mercên girtîgehê de zêde nikare bijî. Karaman anî ziman ku li hemberî van kirinan şaş mane. Karaman diyar kir ku salê kalê wî di nasnameyê de 89 salî ye lê di encama testa hestiyan derket holê ku salê kalê wî 91 saliye.
Sedî 87 astengdare e
Karaman diyar kir ku kalê wî ji ber nexweşiyê di revira girtîgehê de dimîne û wiha got: "Kalê min nexweşê girane. Li girtîgehê di revîrê de tê girtin. Kezeba wi ya çepê xilas bûye. Du caran emeliyata dil bûye. Ew qas pirsgirêkên wî hene nikare li wir bîjî. Ez naxwazin kalê min di nava darbestê de ji girtîgehê derkeve. Kalê kin mehkûmê sandalyaya bi teker kirine. Di destê wî de bi seroman tê hevdîtinan. Em vê qebûlnakin û bila dengê me bibihîsin." Karaman diyar kir ku li gorê rapora nexweşxaneyê kelê min sedî 87 astengdare e.
DÎHA/AMED