Çeteyan wê demê 15 gundî xistin tûrbeya Şêxmend û bi mayînan turbeyê bi wan mirovan re teqand. Oldarê Êzîdiyan Cirdo Ebdo Hesen derbarê mijarê de ji RojNewsê re axivî û wiha got: “Em li Telezêr bûn, çeteyan êrîşê me kirin, kurek min birîndar bû û biraziyek min jî ket destê çeteyan. Çete ketin Şengalê û hatin ber tirba Şêxmend. Li wê derê hinek jinên kal û zilamên bi temen girtin û xistin tirba Şêxmend û agir berdan wan. Piştre jî tirbe bi mayînan teqandin. Me hinek li ber xweda, lê me nekarî em neçarbûn birevin û em ketin çiya.”
 
Tifaqa Kurdan çêkin

Cirdo Hesen di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ger mirovahi li gel cihanê hebe wê van çeteyan xilas bikin û wiha pêdeçû: “Ev çeteyane ne mirovin, bi sedan kal, jin, keç, zarok û ciwan qetilkirin. Ne tenê mirov li ber çavê me qetilkirin, hespek jî daliqandin û evane nemirovin. Partiyên kurd bi hewara me ve hatin, pêwîste partiyên Kurd xwe bikin tifaq û yekitiya xwe li hemer van çete û hemû dijminan ava bikin. Bila êdî fesadî ji nava kurdan rabe. Ereb, Faris û Tirkan bi milyonan mirov ji vê Kurdistanê kuştin.”
 
Qirkirin li dijî hemû Kurdan e

Oldarê Êzîdiyan Cirdo Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li hemû Êzîdiyan kir û wiha got: “Divê Êzîdî jî êdî xwe nasbikin, tifaqa xwe çêbikin û ji bo xwe bixebitin. Em hêvî ji Kurdistanê, rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, serokê Herêma Kurdistanê û hemû rêveberên herêmê dikin ku alîkariya Êzîdiyan bikin. Bila Êzîdî winda nebin, ji ber ku ger Êzîdî winda bibin wê kurd hemû winda bibin û heman karesatê li ser hemû kurdan pêkbinin.”


BAHOZ AMED/ŞENGAL