
Her tişt li ber çavan e
Kalkan der heqê hêzên li pişt komkujiya 9'ê Çileyê, armancaên wan û bandora wan a li pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de wiha got: "Komkujiya 9'ê Çile di dîroka Têkoşîna me ya azadiyê de yek ji bûyerên bingehîn e. Komkujiya 9'ê Çile û pêkhatina vê li Parîsê bêguman rasthatinek nîne. Tevî ku di ser re salek derbas bûye jî nehatiye ronîkirin, ev rastî jî radixe pêş çavan ku rasthatinek nîne. Ya rast; tiştekî were ronîkirin li holê hîne, her tişt zelal û li pêş çavan e. Lê belê berpirsyar bi awayekî zelal nayên bilêvkirin. Rêveberiya Fransa ku xwe qaşo weke welatê azadî û demokrasiyê bi nav dike, diyare bi ser vî karî de naçe. Wer xuyaye ku ew bi xwe jî hevkarê sûc e. Yan jî bi gotineke herî sivik, hewl dide di ser vê bûyera bi êş de polîtîkayê bimeşîne. Li dû hesab û berjewendiyên polîtîk e."
Kirinek li dijî pêvajoyê ye
Der heqê rewşa pêkhatina komkujiya Parîsê de jî Kalkan wiha got: "Rêber Apo diyar kir ku wê rojê ew li Îmraliyê bi heyeta dewletê re di hevdîtinê de bû. Lewma da xuyakirin ku komkujî êrîşek li dijî pêvajoya çareseriya siyasî ya demokratîk a nû ye. Sala derbasbûyî bû jî ev rastî bi awayekî zelal raxist pêş çavan. Dijberên çareseriya pirsgirêka Kurd çawa ku hewl dan gava destpêkê ya çareseriyê asteng bikin, ev helwest û êrîşên xwe di tevahiya salê de dewam kirin. Rêber Apo ev weke dewleta paralel bi nav kir."
Gef li rêveberiya me dixwarin
Kalkan bibîrxist ku komkujiya Parîsê di destpêka pêvajoya çareseriyê de pêk hat û derbarê gefên wê demê de ev agahî dan: "Di dawiya Şerê Gel ê Şoreşgerî yê 2011-2012'an de pêk hat. Ji xwe tevgera me û rêveberiya me rastî gefan dihatin. Gelek derdoran ev yek bi awayekî vekirî dikir. Gelek derdoran îlan û îdîa dikir ku 20 rêveberên PKK'ê bên qetilkirin, dê ev kar biqede. Divê bûyer ji van cuda neyê dîtin û nirxandin.Hima piştî komkujiyê, tevî Serokwezîrê Tirk Erdogan hemû rêveberên payebilind ên AKP'ê li dû hev daxuyanî dan. Halbûkî ev yek ji bo wan ne pêwîst bû. Hînê rêveberên PKK'ê nenirxandin, di ser re hînê haya raya giştî baş ji bûyerê çê nebûbû xwestin komkujî berovajî bikin. Hikûmeta AKP û dewleta kûr a Tirk kete rewşeke gumandar. Em hînê jî van gumanên xwe diparêzin. Qet nebe bi dîtina me beşek ji AKP'ê di vî karî de heye."
Komkujiyek navnetewî
Kalkan derbarê hêzên di nava vê komkujiyê de cîh girtin jî got, ji xwe zehmet e ku komkujiyên bi vî rengî ji aliyê hêzeke bi tenê ve were kirin. Tevî ku gelekî zelal û li pêş çavan e jî Fransayê hînê der barê bûyerê de daxuyaniyeke têrker nedaye. Halbûkî hema bêje li ser sûc hatiye zevtkirin, ji rewşa wî kesî ev yek dikarî bi hêsanî bihata ronîkirin. Lê belê ji ber ku Fransa bûyerê bi awayekî fermî îlan nake û di çarçoveya hiqûqê de bi ser de naçe, rewşeke cidî û bi guman derdikeve holê. Dema ji vê derê li bûyerê were temaşekirin, tê dîtin ku rasthatinek nîne.
Gefa li çareseriyê
Duran Kalkan anî ziman ku komkujiya li Parîsê pêk hat nîşaneya gefekê bû û wiha got; "Li gel hemû dorpêçî, astengî û plansaziyên dijber, gefek li israra di çareseriya pirsgirêka Kurd de, gefek li demokratîkbûyîna li ser bingeha xwişk û biratiya gelan bû. Yanî gotin; emê vê bi we nedin kirin, hûn çi bikin bikin, serî li kîjan rêbazan bidin bidin, bikevin nava kîjan hewldanan jî, pêşiya we nevekiriye, dê ew fersend ji we re neyê dayîn, dê çareseriya pirsgirêka Kurd bê astengkirin, wê destûr ji çareseriyê re neyê dayîn".
NILAY EGELI/ANF