
Koma navdar a muzîkê ya Kurd Kamkaran li Tehranê li Hola Wehdetê 13´ê Îlonê konserekê didin.
Orkestraya neteweyî ya Îranê wê refaqetî Kamkaran bike û Soharb Kaşef ê 36 salî jî wê orkestrayê bi rê ve bibe.
Tevahiya endamên Kamkaran ji bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ne. Di konserê de Ardeşîr Kamkar wê li kemançê; Arsalan Kamkar stranan dibêje û li Ûdêî dixe; Hana Kamkar li defê dixe û Sohrab Kamkar jî li perkusyona mayî.
Wekî din Siyavaş Kamkar li santûrê, Îhsan Îmamî jî li tarê dixe. Amir Nasser Rancbar hem stranan dibîje û hem i kemançê dixe.
TEHRAN