Serokê Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Dijwar Ehmed diyar kir ku ew bi hevkariya TEV-DEM’ê li nêzî bajarê Dêrikê kampeke koçberan amade dikin. Ehmed da zanîn ku beşê Aborî ya TEV-DEM’ê û Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Xweser a Cizîrê ji bo alîkariya koçberan bi saziyên alîkariyan ên navnetwî û herêmî re di nava têkliyan de ne. Ehmed di berdewama axaftina xwe de got ku wan bersiveke erênî ji gelek rêxistinên mirovî derbarê mijarê de wergirtine û diyar kirine ku dê alîkariyan ji bo koçberan bişînin.

Ehmed got ku TEV-DEM jî niha li gundê Hakimiyê yê girêdayî bajarê Dêrikê erdê ku kamp lê bête avakirin amade dike û wekî dest pêk dê ji bo têra 3 hezar kon bike amade bike.
Li aliyek din Dijwar Ehmed destnîşan kir ku piştî Desteya Karûbarên Civakî li gel Desteyên Parastin û Vegihînê di 16’ê nîsanê de çûne deriyê sînor ê Tilkoçer diyar bû ku ji bo karên deriyê Sînor bête meşandin pêdivî bi 100 karmendan heye.
Derbarê vê mijarê de Ehmed got ku ew ê 100 karmendan ji hemû pisporiyan di deriyê sînor ê Tilkoçer de erkdar bikin. Ehmed derbarê veguhastina wan ji hemû deverên herêma Cizîrê ya deriyê sînor dê bi Desteya Veguhastinê re hevkariyê bikin.
Ehmed di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku Desteya Karûbarên Civakî ji bo peydakirin kar ji welatiyan re dê bi hemû hêza xwe tevbigere. 

QAMIŞLO